Jinan pêkanîna Vagonan rexne kir: Jin tên tecrîdkirin 2017-06-23 09:09:56 BÛRSA - Jinên bûrsayî, bertek nîşanî projeya "Vagonên Berê Dora Jinan e" a Şaredariya Bajarê Mezin a Bûrsayê dan û wiha gotin: "Ev polîtîkaya dijminantiya jinê ye. Dixwazin jinan ji civakê tecrîd bikin. Tecrîd, tacîz û tundiya li dijî jinê rewa dikin. Em li van vagonan siwar nayên." Şaredariya Bajarê Mezin a Bûrsayê, li Îstasyona Bursaray Metro projeya "Vagonên Berê Dora Jinan" xistin meriyetê. Bertekên jinan ên li dijî ve projeyê her ku diçe mezin dibin. Projeya ku Şaredariya Bûrsayê di 7'ê Hezîranê de xist meriyetê rastî bertekên hişk ên jinan û civakê tên. Jinên bûrsayî diyar kirin ku dixwazin bi vê projeyê jinan ji civakê qut bikin û tecrîd bikin. Jinan anî ziman ku bi awayekî vagon bê dawiya qada îstasyonê hatiye amadekirin û bertekên xwe anîn ziman. Jinên bertekên xwe anîn ziman nivîsên li ser diwar û bîlbaurdan rakirin. Jina bûrsayî Suna Acer, diyar kir ku di salên dawî de nifûsa Bûrsayê zêde bûye û wiha got: "Pergala Metro ya 15 sal berê xistin meriyetê êdî têr nake. Şaredarê Bajarê Mezin ê Bûrsayê Recep Altepe bi hinceta trafîkê jinan hepis dike û tecrîd dike. Li her derê jiyanê jin rasti tundî û tacîzê tên. Me bertekên xwe bi riya Xeta Giliyan a Şaredariyê jî anî ziman. Me kampanya telefonan da destpêkirin û jinan bi riya xeta telefonê bertekên xwe anin ziman. Me dîsa li dijî vê yekê kampanya îmzeyan da destpêkirin. Me ser reklama "Vagonên Berê Dora Jinan" boyax kirin û jê rakirin. Me bi Şaredarê Bûrsayê re hevdîtin çêkir. Me nerazîbûn û bertekên xwe anî ziman û me xwest vê projeyê betal bikin. Lê hêj bersîv nedane daxwazên me." EM LI VAGONAN SIWAR NAYÊN Welatiya bûrsayî Elif Yuvayapan ji bertekên xwe anî ziman û diyar kir ku ew li van vagonan siwar nayên û wiha got: "Şaredar dibêje min got û bû. Dixwaze her tiştî li gorî xwe têxe meriyetê. Lê em destûr nadin vê yekê. Ev projeya polîtîkayên mêrî in. Em destûr nadin ku ev pergal têkeve meriyetê û em ê rakin." Welatiya bûrsayi Fatma Nur Kir jî anî ziman ku ev polîtîkayên AKP'ê ne û ew ê destûrê nedin vê yekê. Kir, da zanîn ku di nava civakê de propaganda "Em jinan ji tacîzê diparêzin" dikin û dixwazin vê projeyê rewa bidin nîşandan. Kir, diyar kir ku armanca vê projeyê tecrîdkrin û tacîzkirina jinan e. Ev polîtîkayên dijminantiya jinê ye. Elif Çetiner - dihaber