Qada pazara jinan ji destê wan digirin 2017-06-23 09:33:20 RIHA - Li Bêrecûka Rihayê Qada bazarê ya ji bo jinan hatibû avakirin, veguherandin qada depo û otoparkê. Li Taxa Sancak a navçeya Bêrecûka Rihayê "Bazara Hilberîna Destan û Malên Herêmî" ku 10 sal berê hatibû avakirin, veguherandin qada depo û otoparkê. Jinên esnaf ava firîngiyan çêdikin, baçanê reş, îsot û kolindan hişt dikin û li bazarê difiroşin diyar kirin ku ew di derfetên baş de dixwebitin. Jinan anîn ziman ku bi dehan car ji bo dikanên weke depo tên bikaranîn û qad bê paqij kirin serî li şaredariyê dane û wiha gotin: "Ji ber pirsgirêkên heyî li şûna 28 dikanan tenê 7 dikan li bazarê xizmetê dikin. DI NAVA MIŞKANDE XUREKÊ ÇÊDIKIN Dayika 5 zarokan a 62 salî Zahîde Çetîn a li bazarê debara mala xwe dike, da zanîn ku qada bazarê pir qirêjê û wiha axivî: "Ji ber mişkan em nikarin tiştekê bikin. Dema zabite tên bazarê tenê lê mêze dikin. Kesên ku hûrmûrên kevin difiroşin, alavên xwe li vir vedişêrin. Em li vir hilberîna xurek çêdikin. Gelo em ê çiqas karibin di nava vê qirêjiyê de kareke bi tendirûst bikin? Divê ev der paqij bê girtin." Dayika 5 zarokan a 61 salî Îslim Yaşar jî diyar kir ku ew bi keda destên xwe debara mala xwe dikin û wiha got: "Qada bazarê ji derveyî bazarê dişibe hemû tiştî. Kes guh nada me. Divê şaredarî destûr nede vê yekê, lê li gel me bi dehan car ji şaredariyê re ev pirsgirêk anî ziman jî, tişek nekir." 'KES GUH NADE ME' Zehîha Încedag jî dest nîşan kir ku ji ber derfetên ne baş yên bazarê hilberînên wan zûha nabin û wiha axivî: "Şaredarî bi hestiyarî tevnagere. Berî demekê koçik li ser kulindên me digeriyan. Di heman demê de ev der weke otogar tê bi karanîn. Bi salane em van pirsgirêkan dijîn, lê kes guh nade gotinên me. Serokê şaredariyê bi xwe ji me re got 'Hûn belaş li van dikanan rûdinin. Hemû rûnin û ji Xwedare şikir bikin. Ma êdî hûn çi ji me dixwazin.' Em amadene kirya dikana bidin. Bes bila ev der bê paqij kirin." Dayika 5 zarokan a 45 salî Gurcu Kaplan jî anî ziman ku ger bazar were paqijkirin dê gelek jinên din jî karibin debara mala xwe li vir bikin û wiha bilêv kir: "Ew jin dê rojê ne kîmî 40- 50 lîre pere qezenç bike." Li ser îdîayên heyî me li şaredariyê geriya û şaredariyê got ku her heftê qada bazarê ji aliyê ekîbên wan ve tên kontrol kirin û paqijî tê kirin.