Jinên rojnameger xwestin Gokkan serbest bê berdan 2017-06-24 14:55:07 AMED - Însiyatîfa Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, bal kişand ser girtina 15 siyasetmedarên kurd û bi taybetî aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan û aşkera kir ku Gokkan demekî di qada çapemeniyê de xebitiye, girtina Gokkan wekî bêdeng kirina jinê pênasekirin û xwest serbest bê berdan. Însiyaîfa Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, bal kişand ser girtina 15 siyasetmedarên kurd ên li Amedê hatin girtin û girtina aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û girtina Gokkan şermezar kirin. Însiyatîfê aşkera kir ku Gokkan di heman demê de demekî xebatkareke çapemeniyê bûye û ev tişt hat gotin: "Jinên ku hişmendiya mêr-dewletê teşhîr dikin û li dijî polîtîkayên wan tê dikoşin, her dem di hedefa dewletê de ne. Piştî derbeya 15'ê Tîrmehê û îlankirina OHAL'ê, bi KHK'yan re li dijî hemû dengên muxalîf û bi taybetî li dijî destkeftî û têkoşîna jinê, êrîşên xespkirinê pêk hatin. Di vê çarçoveyê de yekane ajansa jinê JINH hat girtin." Însiyatîfê bertek nîşanî girtina Gokkan jî da û piştrast kir ku bi van êrîşan dixwazin dengê jinê qut bikin û xwestin Gokkan demildest sebest bê berdan.