Bi kevirên bibêhn debara xwe dike 2017-06-25 09:38:05 STENBOL - Nûrsel Yildirim bi cilsê kevirên bi bêhn çêdike û bi vî awayî debara xwe û 5 zarokên xwe dike. Yildirim got ku, tenê daxwazek wê heye, ew jî cihekî ku karibe rihet lê bixebite vebike. Nûrsel Yildirim a 45 salî, ji ber sedemên aborî ji Amedê koçî Antalyayê kir. Piştre 19 sal berê tevî 5 zarokên xwe û hevjînê xwe ji ber heman sedeman koçî Stenbolê kir. Piştî ku hatin Stenbolê 8 salan şûnde hevjînê wê terka wê dike û ji bo li zarokên xwe binere li ber xwe dide. Ji bo kirêya xanî û pêdiviyên zarokên xwe, di karên rojane, tekstîl û aşxaneyan de dixebite û li gel vê kevirên cilsê yên bi bîhn çêdike û danê êvarê jî li ber Îstasyona Metro ya Kocatepe ya Bayrampaşa ya Stenbolê wan difiroşe. Yildirim, bi destûra xwediyê xanî banê apartmanê ji xwe re kiriye qada xebatê û tevî malzemeyên ku kirîne cilsê dixe qaliban û paşê wan boyax dike. Her wiha Yildirim li gor sîparîşan jî amûrên diyariyê çêdike. Yildirim, diyar kir ku ji ber atolyeya wê tune ye ew ji mecbûrî li banî çê dike. 'HEKE DERFETÊN MIN HEBÛNAN MIN Ê LI CIHÊ XWE VEKIRINA' Yildirim, ragihand ku ew di şert û mercên zehmet de dixebite û wiha got: "Ji dêvla dezgeha min hebe, ez li erdê li ser xaliyê çêdikim. Ser banî zaf germ e, carinan nikarim bêhnê bistînim. Ez her tiştî ji bo zarokên xwe çêdikim." Yildirim, diyar kir ku ew rojê saetekê an jî du saetan û carinan jî 3 saetan dixebite. Yildirim, got ku berê hevalên wê lê digeriyan û sîparîşê didan, lê niha ev nêzî 10 rojan e ku li Îstasyona Metro ya Kocatepeyê dezgehê xwe daniye. Yildirim wiha axivî: "Heke derfetê min hebûnan min ê cihek vekirina û min ê li cihê xwe bifirotanan. Lê ji ber nebûna derfetan ez têm vir." 'EM NE MUHTACÊ TU KESÎ NE' Yildirim, anî ziman ku ji bilî wê kurê wê jî dixebite û wiha diyar kir: "2 keçên min diçin zanîngehê. Mecbûr im ku alîkariya wan bikim. Em bi awayekî debara xwe dikin. Em luks najîn, lê şikir ji Xwedê re em ne muhtacî tu kesî ne." Ji bo kevirên bi bêhn ên Yildirimê hûn dikarin vî hesabê înstigramê yê bi navê “@kokulutasrenkli” bişopînin û sîparîşan bidin. Sadiye Eser/Muhammed Dogru - dihaber