'Li hember jinên kurd darbeyê pêk tînin' 2017-06-29 09:46:56 STENBOL- Li Amedê di 14'ê Hezîranê de, aktîvîstên TJA'yê piştî binçavkirinê, hatibûn girtin. Jinan bal kişand ser girtinên jinan û wiha gotin: "Dewlet jî baş dizane ger jinan asteng bike, dê civakê jî hezm bike. Ji ber vê yekê derbeya destpêkê li Amedê, li jinên kurd xist." Di çarçoveya lêpirsîna 2016'an de li ser fermana Serdozgerê Komarê ya Amedê, di 14'ê Hezîranê li gelek bajaran di encama operasyonên pêk hatin de, 26 endam û rêveberên Tevgêra Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hatibûn binçavkirin. Ji kesên ku hatin binçav kirin 16 jê hatin girtin. Di roja binçavkirinê ya 3'emîn de Aktivîsta TJA Ayşe Gokkan dest bi greva birçîbûnê kiribû û ev 13 rojin li girtîgehê greva xwe ya birçîbûnê didomîn e. Jinên aktîvîstên TJA'yê ku xwedî li berxwedana Gokkan derketin, diyar kirin ku desthilatdarî ji peyva jin ditirse. 'CESARETA JINA DITIRSÎN E' Aktîvîsta TJA'yê Gonul Karaman anî ziman ku desthilatdarî ji pêşengtiya jinan ditirse û wiha axivî: "Cesareta jinan wan ditirsîne. Jinan axa mirî ya li xwe avêtiye û ji nû ve dinava jiyanê de cih digrin. Ev yek jî ji aliyê hişmendiya zilam ve nayê qebûl kirin. Ji ber vê yekê jinên ku pêşengtiya zanebûna jinan dikin, tên girtin." Karaman destnîşan kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, gelek caran xebat dane meşandin, ev yek weke tehdît ji aliyê dewletê ve hatiye dest girtin û wiha got: "Em ew jinin ku rengê jinên rojavayî, tînin Tirkiyeyê, beralîkirina jinan û dengên jinên kurd û ji bo azadiya Birêz Ocalan têdikoşin. Ji ber vê yekê ji me ditirsin û me dixin girtîgehan." Karaman aşkere kir ku ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya hevala xwe Ayşe û wiha pê de çû: "Berxwedana wê berxwedana me ye. Em ê dest ji têkoşînê bernedin. Çiqas em werin asteng kirin jî, em ê bi awayekê cudatir têkoşîna xwe bidomîn in. Çalakiya hevala me Ayşe daye destpêkirin, mînaka vê yekê ye." ‘PEYAMA TIRSÊ XWESTIN BIDIN' Aktîvîsta TJA'yê Xûnav Altun jî diyar kir ku qezencên jinan ên li Tirkiyeyê hatine bi dest xistin, bi hêsanî nayên tunekirin û wiha got: "Di demên dawî de binçavkirinên jinan, tê wateya çav tirsandina jinan. Operasyonên li dijî TJA'yê ya li Amedê, girîngiyeke xwe ya kûr heye. Ev ji bo jinên kurd ên berxwedêr, têkoşer û îsyankar peyameke. Dewlet jî baş dizane ger karibe jinan rawestîne, dê karibe civakê jî hezim bike. Ji ber ve yekê xwest derbeya destpêkê li Amedê, li dijî jinên kurd pêk bîne." DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎN IN Altun da zanîn ku bila her kes baş zanibe, tevgera jinên kurd, jinên li Tirkiyeyê êdî hişyar bûne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ê ji vir û şûnde serî netewîn in. Li dijî bê hiqûqiya desthilatdariyê hevalên me niha li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne. Ne gengaze ku jin ji têkoşîna xwe dur bikevin. Ger bê xwestin em dikarin canê xwe jî ji birçîbûnê re razîn in û dîsan jî dengê xwe bilind bikin. Em ê têkoşîna hevalên xwe yên li girtîgehê, li derve hîn mezintir bikin û xwedî li têkoşîna wan derbikevin."