Qeyûmê deq kir, polîsan ifade girt 2017-07-03 09:13:26 MÊRSÎN - Li Akdenîza Mêrsînê piştî Qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin, Arife Suzer wekî Midûra Jinan tayîn kir. Arîfe Suzer, piştî hat ser kar, ji Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê xwest hesabê medya civakî yê 28 jinên di serdema DBP'ê de dixebitîn lêkolîn bike. Piştî Qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin binpêkirina mafan zede bû. Qeyûm Hamdî Bîlge piştî tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin, ewil Navenda Jinan Îştar girt û hemû xebatkarên ÎŞTAR'ê li midûriyetên din belav kir. Qayûm piştî ÎŞTAR girt û personelên ÎŞTAR'ê belav kir, Arife Suzer tayînî Midûriyeta Jinan kir. Arîfe Suzer piştî wekî midûr hat tayînkirin, ji Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê xwest hesabê medya civakî yê 28 personelên ÎŞTAR'ê bê lêkolînkirin. Arîfe Suzer piştî 28 jin deq kir, nivîs ji midûriyetê re şand û xwest bên darizandin. Suzer, xwest di çarçoveya lêpirsîna dozgeriyê de hesabê 28 kesên ku agahiyên nasnameyê dane lêkolîn bikin. Piştî Midûra Jinan Suzer nivîs ji Midûriyeta Polisan re şand, polîsan bang li jinên navê wan di lîsteyê de hebû kir û îfadeyên wan girt.