Qeyûmê hemû projeyên jinê betal kir 2017-07-03 09:13:44 MÊRSÎN - Cîgira Hevşaredarên Akdenizê Sabahat Gençtarih Cebe, diyar kir ku hemû projeyên aborî, civakî û parastina kedê jinê yên di serdema wan de hatibûn amadekirin, ji aliyê Qeyûm Hamdî Bîlge ve hatin betalkirin. Şaredariya Akdenizê dema di destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, ji bo jinan gelek proje hatin amadekirin. Piştî Qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin, qeyûmê projeyên jinan yek bi yek betal kir. Saziyên jinan jî tev girtin. Îktdara AKP'ê piştî qeyûm tayînî şaredariyan kir, pergala Hevserokatiyê kir hedef û hemû saziyên jinan tev girtin. Qeyûmê Şaredariya Akdenîzê jî piştî hat ser kar di serî de Navenda Jinan a ÎŞTAR'ê kir hedef û girt. Qeyûmê hem stargeha jinan ÎŞTAR girt û hem jî navê saziya jinan guhert û kir Midûriyeta Xizmeta Malbat û Jinan. Piştre ji hemû projeyên Şaredariyê yên der barê jinan de yek bi yek betal kir. Projeya DBP'ê ya "Kargeriya Tekstîlê" ku bi hevkariya Jinên Ciwan ên Kar ên Hewldêr (GİŞKAD) û EKOJIN hatibû amadekirin betal kir. Cîgira Hevşaredarên Akdenizê Prz. Sabahat Gençtarih Cebe, diyar kir ku hemû projeyên aborî, civakî û parastina kedê jinê yên di serdema wan de hatibûn amadekirin, ji aliyê Qeyûm Hamdî Bîlge ve hatin betalkirin. Cebe, anî ziman ku di Kargeriyê de 17 jin dixebitîn û debara xwe dikirin. Cebe, anî ziman ku jinên li vir dixebitîn di demek kurd de serkeftinek mezin bi dest xist. Cebe, da zanîn ku ji gelek bajarên Tirkiye û Almanya sparîş ji wan hat xwestin û piştî qeyûm hat tayînkir, projeyên wan hatin betalkirin. Cebe, anî ziman ku di kargeriya dirûnê de jin di nava piştevanî û şewirmendiyê de bûn û hem azadiya aboriya jinan li vir pêş diket û hem jî jin beşdarî qada jiyana civakî dikirin û wiha got: "Ji bo jin berhemên xwe bifroşin ji gelek bajaran sparîş girtibûn. Mînak şandibûn dervê welat. Di asta ku berhemên xwe bifiroşin de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin û hemû xebatên wan hatin betalkirin. " Cebe, anî ziman ku piştî qeyûm hat tayînkirin hemû xebatên wan hatin rawestandin û kargeriyên wan hatin girtin û wiha berdewam kir: "Piştî kargerî hat girtin, 17 jin betal man. Ne tenê kargerî hat girtin, gelek projeyên jinan hatin betalkirin." Cebe, anî ziman ku atolyeyên hatin avakirin terkî qedera wan hatin kirin û naxwazin ku jin di qada aboriyê û îstîhdamê de azad bibin. Cebe herî dawî wiha got: "Me lavanta çandibûn û me dê kom bikirana. Me dê ji ava wan hilberina sabûnê kiribûya. Dîsa me dê kîvark çandibûna. Lê piştî qeyûm hat tayînkirin hemû proje hatin betalkirin.