Tora şikandina rola 'Dayikbûnê' ava dikin 2017-07-03 09:14:15 STENBOL – Koma Dayikên Gerok, tora şikandina rola "Dayikbûnê" ava dikin. Kom, armanc dike ku jinê bixe nava jiyana civakê û piştevaniya wê xurt bike. Sazumankara Komê Gulşah Koçak, diyar kir ku jinên sewicî û zarokên wan hene, ji jiyana civakî qut dikin û wiha got: "Em dixwazin vê hişmendiyê bişkînin" Li Stenbolê komek jin 20 sal berê "Koma Dayikên Gerok" ava kir. Koma hat avakirin, xwest tora li dijî rola "Dayikbûnê" ku hatiye hûnandin bişkîne û jinê tev li jiyana civakî bike. Koma ku ji nêzî 200 jinan pêk tê, armanc dike ku bi seyran, projeyên civakî, panel, semîner û dersên cuda, jina ku bi peywira "Dayikbûnê di malê de hatiye hepiskirin, ji malê derxe û tev li tora piştevaniya civakî bike. Kom armanc dike ku bêtir hêz û wêrekiyê bide jinê û tev li jiyana civakî bike. Kom ceribînên xwe û gelek alikariyên maddî û manevî bi kesên xwedî îhtîyac re parve dike. LI TEVAHIYA TIRKIYE GERIYAN Xebatkara Turîzmê Gulşah Koçak , Hindekara werzîşê Zerrin Demir û Hîndekara dansê Ayşe Kontu piştî Koma Jinen Gerok ava kirin, ji herema Balkanan heta Deryaya Reş, ji bajaren Kurdan heta Herêma Egeyê,û ji Herêma Akdenizê heta hemû bajarên Tirkiye li bajaran geriyan. Koma jinan ku bi sponsoriya şîrketekê li bajaran geriya, diyar kirin ku her gerek herî zêde 500 TL mesrefên wan çû. Sazumankara Komê Gulşah Koçak (60), diyar kir ku wan berê li Kadikoyê li Komeleya Piştevaniya Civakî xebatê xwe dimeşandin û pişti saziya wan hat girtin ji jinan re Koma Dayikên Gerok ava kirin. Koçak, anî ziman ku wan li ser tora înternetê xwe gîhandin gelek jinan û wiha got: "Jinên zewicî û xwedi zarok ji jiyana civakî qut dibin. Em armanc dikin ku vê hişmendiyê bişkînin. Divê jinên zewicî û bûne xwedî zarok divê bigerin û tev li jiyana civakî bibin. Gelek jin piştî dizewicin û dibin xwedî zarok êdî di malê de tên hepiskirin. Em zarokên xwe jî li gel xwe digerinin û bajar bi bajar digerin. Yên ku dixwazin xwe bigînin me dikarin bi riya gezginanneleri.com adresimiz xwe biginin me. " Asya Înedi - dihaber