C.Ş. kêliyên wehşetê vegot: Divê jin bêdeng nemînin 2017-07-03 13:11:03 AGIRÎ - Jina bi navê C.Ş. ya li Patnosê bi îşkenceya hevjînê xwe re rû bi rû mabû, aşkera kir ku roja ew çûye mala hevjînê xwe îşkenceya sîstematîk dest pê kiriye. C.Ş. got ku "Divê jinên di rewşa min de ji vê heqaretê re bê deng nemînin" û wiha axivî: "Ez li dijî wî gelekî bê çare bûm. Lê tiştekî ku mirov bitirse tune. Divê jinek tu carî serî ji mêr re netewîne. Dê zarokên min çi bin, qet divê nefikire." Li gundê Babiya ya navçeya Panosê ya Agiriyê, mêrê bi navê Mehmet Şakîr îşkence li hevjîna xwe C.Ş. kir û xwest pîsî bi wê bide xwarin, dîmenên li ser medya civakî hat belavkirin, bertekek tund dît û li ser vê Şakîr hat girtin. C.Ş. ya îşkenceya ku roja zewiciye heta niha vegot. C.Ş. hêj 17 salî ye tê zewicandin, di 7 mehê zewacê de her dem îşkenceyê dibîne. Ji ber îşkenceyê gelek caran xwestiye ji Şakîr veqete, lê ji ber gote gotên di civakê de newêr e dest ji hevjînê xwe berde. C.Ş. aşkera kir ku hêj ji dawetê re çend roj mabû, hevjînê wê ji hêla xizmên wê ve tê hişyarkirin û wiha axivî: "Roja dawetê hat salona kuaforê û kesên li wir silav kir û li wir li min xist. Ji ber vê ez gelekî ji pêşeroja xwe tirsiyam, lê êdî dereng bû." ‘YÊN LI HÊLA ME VEDIQETIN BERDÊL A WÊ GIRAN E’ C.Ş. da zanîn ku hêj 5 roj bi ser zewaca wan re derbas bûbû, şidetê destpê kiriye û wiha pê de çû: "Piştî dawetê xaltiya min li min geriya. Nexwest ez bi telefonê biaxivim û heta aşpêşiyê li pey min hat, pehenek avêt, piştre li rûyê min da û hemû laşê min da ber pehna. Heta êvarê dewam kir. Çêr û heqaret li min kirin. Ji bo gotin ji malbata min re neyê min her dem xwe ker kir. Li vir ji hev veqetîn gelekî giran e." C.Ş. got ku hemû têkiliyên bi malbata wê re hatiye qutkirin û rojekî bi xortoma makîna tozmijê li wê daye. Piştî wê radikin nexweşxaneyê, hevjînê wê bi ser wê re disekine û ji bo rapora debê neyê girtin, wekî "jehrîbûna karûkan" îşkenceyê dide derbaskirin. HER KESÎ ÇAVÊ XWE JÊ RE GIT C.Ş. diyar kir ku piştî ew ji nexwşxaneyê derketiye, wê hêvî kiriye ku piçek be jî hêrsa hevjînê wê rawestiya ye, lê berovajiyê wê hêj bêhtir bi hêrs bûye û wiha axivî: "Got ku 'tirsa min ji kesî tune'. Hemû xizmên wî û gundiyan dizanibû, lê kesî dengê xwe dernexist. Dest û rûyê min bi giştî reş dibûn. Dema mêvan dihatin, min rûyê xwe dipêça. Wê jî bi derewan li ser digirt. Digot tu yê bêjî 'li wir û vir ket'. Bekî mirovan bigota û bibirana qereqolê, dibe bitirsiya." C.Ş destnîşan kir ku ji ber gote gotên civakê, wê jî bi neçarî derew dikirin, lê her dem dîsa jiyan ji bo wê dibû dojeh. WEKÎ SÛCDARAN LI SER PIYAN DIHAT RAWESTANDIN C.Ş. piştrast kir ku dema ew 7 meh bû du canî bû, wê îşkenceya hevjînê xwe ji dayika xwe re vegotiye û di vê der barê de jî ev tişt got: "Lê piştî rewşa ji hêla dayik û bavê min ve hat bihîstin, hêj zêdetir hêrs bû. Êdî hesabê îşkenceyê tune bû. Ji bo mesele hêj mezin ne be, bavê min ez birim malê. Bavê min ev mesele bi xezûrê min re jî parve kir. Wî kurê xwe mafdar derxist. Li ser vê birayê min çû xaningeha ku hevjînê min lê dixebitî, li wî xist. Wî lêdan hezim nekir, gelek kes berhev kir. Her kesî ez sûcdar kirim. Hem kesên derûdorê û hem jî malbata wî ez sûcdar kirim. Ez ji tirsa nikaribûm ji odeyê derêm. Her çendî ez du canî bûm jî nan û av nedan min. Piştre ez anîm salonê û heta sibehê ez li ser piyan dame rawestanin. Bi wî halê xwe yê du canî, tî û birçî ez wekî kesekî sûcdar li pêşberê wan sekinîm." C.Ş dibêje ku dibe zaroka xwe bîne dinê, piçek be jî bihatana wijdanê, lê tu tişt neguheriye û carekî jî li gel zaroka wê, li wê xistine. Da zanîn ku zaroka wê gelekî ditirsiya, lê tiştek ji destê wê nedihat. ‘EM TAZÎ BIKIN TEŞHÎR BIKIN’ C.Ş. destnîşan kir ku di dema ducaniyê de jî wê li pexê tiyê xwe mêze dikir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez wekî koleyan dixebitîm. Min rojekî got ez ê li pêz mêze nekim û ez bi halê xwe yê ducanî bê hal dikevin. Lê xezûr û xwasiya min gotin 'Tu çawa qebûl nakî' û li hevjînê min geriyan. Guhar û gustîlka min ji min girtin û heta gotin ku 'Em cilên wê derxin û wê li ber çavê alemê teşhîr bikin.' Heta gotin 'Porê wê jêkin.' Ez li bendê bûm ku hin kes bên min bigirin. Ap, dayik û pîra min hatin. Nîqaş çêbûn, lê ez dîsa li malê mam." MIROVAN LÊ MÊZE DIKIR C.Ş. demekî şûnde hîs dike ku dîsa du canî ye. Her çendî dibêje ez du canî me jî dîsa sidetê dibîne û ev wiha pê de çû: "Di meha duyemîn de, hevjînê min got 'ez ê te bibim nexweşxaneyê'. Ez jî şaş man. Armanca wî jî ew e, min bibe Panosê û di nava her kesî de li min bixe. Sedema wê jî ew e, berî salekî birayê min li wî xistiye. Li navenda sûkê, li ber çavê her kesî li min da. Her kesî temaşe dikir. Jinek û duduyan bertek da nîşan, 'Got kêfa min dixwaze'. Lêdana li vir têrê nekir, li nexweşxaneyê jî li min da. Li wir jî kesî bertek neda nîşan. Dê dema lêdanê de zaroka min li milê min bû û ez du canî bûm." XALA DAWÎ PÎSÎ PÊ DA XWARIN Îşkenceya li dijî C.Ş. her roj dewam dik. Herî dawî pîsiyê zaroka wê bi wê dide xwarin. Di vê der barê de jî ev tişt anî ziman: "Rojekî tu tişt li holê tune bû got ku 'Ez ê pîsiyê zaroka te bi de bidim xwarin'. Hêj 11 roj bû min zaroka xwe anîbû dinê. Em her du li malê tenê bûn. Darekî gide hilda û li min xist. Dar di min de şikand. Bi porê min gir û ez di erdê re kaş kirim. Ji hêla din ve jî digot 'Dema min li te xist, bila dengê de ternekeve.' Min dît ku dê min bikuje, min êdî qebûl kir. Got 'Rabe pîsiyê zaroka xwe bixwe'. Piştre pîsî da destê min. Piştre kamera vekir. Got 'Mêrantiya min ev e' û ez bi saetan vereşiyam. Pişt re wekî ku tiştek nebûye, sobe bi min da amadekirin." 'DEMA EW RAZA MIN DÎMEN GIRTIN' C.Ş. piştrast kir ku ew fikiriye ku bi rêya van dîmenan vê îşkenceyê derbixe holê û wiha axivî: "Dema ew raza min dîmen di kartê xwe de kopî kir. Rojek şûn de dê bi malbata xwe bida temaşekirin û paqij bikira. Ji ber wê min wê şevê ew dîmen girtin. Wekî ku ez firikîbûm jî pêk hat. Roja din bi kêfxweşî ew dîmen bi her kesî da temaşekirin." DÎMEN BAVÊ MIN WEŞANDIN C.Ş. da zanîn ku wê 7 mehan ji tirsa ev dîmen neweşandiye û ev agahî da: "Malbavana min di vê cejnê de hatin ba min. Ez birim gel xwe. Min jî ew dîmen dan wan û min got heke tiştek bê serê min, vê vîdeoyê temaşe bikin, hûnê wê demê min mafdar bibînin. Dema ez çûm mala xwe, malbata min li dîmenan temaşe dike û hatin ez ji malê girtim. Ji bo bûyer neyê bihîsitn, hevjîn û malbata wî çi ji destê wan hat kirin. Gotin 'Bi bêdengî veqetin, me rezîl nekin'. Em çûn qereqolê û me giliyê wan kir. Piştî serlêdana sûc, bavê min ev parve kir û xwest hemû cîhan bibihîse." BILA KEÇÊN MIN LI GEL WÎ MEZIN NEBIN C.Ş. derbirî ku di girtina hevjînê wê de, berteka jinan girîng bûye û ev tişt got: "Ez dê heta dawiyê li mafê xwe bigerim. Bila bê cezakirin. Min gelek tişt kişand, bila ew jî cezayê xwe bikişîne. Bila keçên min li gel wî îşkencekarî mezin nebin. Bila li gel wê malbata îşkencekar nemînin. Ez ji her kesî alîkariyê dixwaizm. Ez qasî çavên xwe hez wan dikim." BILA JINÊN WEKÎ MIN BÊDENG NEMÎNIN C.Ş. herî dawî bang li tevahiya jinan kir ku li dijî îşkenceyê bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Min veşar bû çi? Bila ew veneşêrin. Bila berpirsyar cezayên xwe bikişînin. Heke jin bê deng bimînin, dê van îşkenceyan bikişînin. Ez gelekî bi tirs nêzîk bûm. Lê tiştekî ku mirov bitirse tune. Divê jinek teqes serî ji mêr re netewîne. Dê zarokên min çi bin? Qet nefikire. Ez ji hemû jinan piştgiriyê dixwazim. Bi min re li dijî vê niheqiyê tê bikoşin." Seda Taşkin - dîhaber