Yasemin Çakal tehliye bû 2017-07-04 18:03:48 STENBOL - Yasemîn Çakal a ku di encama parastina rewa de hevjînê xwe ku şidet li wê dikir kuşt û hatibû girtin, di danişîna 15'emîn a dozê de tehliye bû. Doza Yasemîn Çakal a ku di encama parastina rewa de hevjînê xwe Ozkan Kaymakli ku şidet li wê dikir di 10'ê Tîrmeha 2014'an de kuşt û hatibû girtin, li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê hat dîtin. Çakal ku 3 sal in li girtiye ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê anîn eywana danişînê. Li gel parêzeran gelek kes jî ji bo temaşekirinê li eywana danişînê cihê xw egirtin. Piştî parêziya parêzerên feminîst, heyeta dadgehê biryara tehliyeya Çakalê da. Piştî parêziyan heyeta dadgehê ji bo cara dawî mafê axaftinê da Yasemîn Çakalê. Çakal wiha got: "Min nedixwest wisa bibe. Lê min bi zanebûnî ev tişt nekir. Ez ê ji wê amlê derneketama. Ji bo kuştinê ez tevngeriyam. Tenê ez dizanim ku min çi jiyane. Roja bûyerê ez li polîsan geriyam, lê belê telfon şikandin. Min alîkarî xwest, lê min xwe negihand wan." Pişt re heyetê navber da. Piştî navberê heyetê di danişîna 15'emîn de biryara tehliyeya Çakalê da. Parêzeran vê biryara ku hat dayîn wek piştevaniya jinê nirxand û wiha gotin: "Ev destpêk , em ê li ber xwe bidin." Parêzeran ragihand ku ew ê li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê pêşwaziya Çakalê bikin.