Ji bo Mujgan Ekin banga hestiyariyê 2016-12-12 15:18:58 AMED - Meclîsa Jinê ya DBP’a Amedê têkildarî Mujgan Ekin a 50 rojin hat binçavkirin û winda ye, daxuyanî dan û xwest hemû cemawerî hestiyar tev bigerin. Meclîsa Jinê ya DBP’a Amedê têkildarî windabûna Endama Meclîsa Şaredariya Sûrê Mujgan Ekin a di 24’e Cotmehê de hat binçavkirin û windakirin daxuyanî da. Meclîsa jinê li avahiya DBP’ê ya Amedê daxuyanî da û banga hestiyariyê kir. Hevseroka DBP’ê ya Amedê Ruken Akça, endamên meclîsa şaredariyê yên DBP’ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Di civînê de Hevseroka DBP’ê ya Amedê Ruken Akça, diyar kir ku bi îlana OHAL’ê re tundi û zextên li ser civakê zêde bûn û wiha got: “Bi van rê û rêbazên zext, tundî, kuştin û îşkenceyê dê nikaribin rê li pêş têkoşîna demokratîk bigirin. Dewletê niha jî Mujgan Ekin binçavkirin û dixwazin di bin çavan de winda bikin. Endama Meclîsa me Mujgan Ekin ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û windakirin. Şahidê binçavkirinê vê yekê teyît dikin. Li gel ku 50 roj derbas bûn jî em tu agahiyê ji wê nagirin. Mujgan li kuye û rewşa wê çaya ye em dixwazin bi lezgîn daxuyanî bidin. Em bang li hemû cemaweriyê dikin ku li hemberî rewşa Mujgan Ekîn daxuyaniyê bidin. Daxuyanî bi siloganên “Zext me têk nabin” û çepikan bi dawî bû.