VAKAD hedefa pergala mêrê serdest bû 2016-11-16 09:16:19 WAN - Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD), ku bi silogna “Bêyî em bifikirin dê 'Mêr dê çi bêjin?' em xwe bi rêxistin dikin" 12 sal berê hat avakirin û tevî 370 komeleyan hat mohrkirin. Komeleya ku li dijî hemû cureyê tundiya mêr têkoşiya her dem bû hedefa mêr. Wezîrê Karên Hundir di çarçoveya OHAL û biryarên KHK'ê de 370 komele girtin û deriyê wan mohr kir. Di nava 370 komeleyan de Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ku bi silogna “Bêyî em bifikirin dê 'Mêr dê çi bêjin?' em xwe bi rêxistin dikin" hat avakirin jî heye. VAKAD, di 9'ê Nîsana 2004'an de hat avakirin û ji wê demê heta niha li dijî feraset û tundiya mêrê serdest têkoşînê dide û mafê jinan diparêze. VAKAD, 12 sal berê bi silogna “Bêyî em bifikirin dê 'Mêr dê çi bêjin?' em xwe bi rêxistin dikin" bi 7 jinên dildar hat avakirin û xwe li Wanê bi rêxistin kir. Di çarçoveya xebatan de herî zêde li ser derûnî û tenduristiyê xebat meşand. Navenda Jinê û Navenda Zarokan li Wanê ava kir. Mijara LGBT'ê xist rojeva xwe û cudahiya xwe nîşan da. Li dijî hemû tundiya mêrê serdest têkoşiya her dem bû hedefa pergala mêrê serdest. HERÎ ZÊDE EW HAT ZIYARETKIRIN VAKAD, bi taybetî piştgirî da jinên ku bune hedefa mêr û pergala dewletê û doza jinên mexdûr bûne şopand. Ji ber vê yekê gelek caran bû hedef. Ne tenê li Wanê li bajarên herêmê jî qetilkirinên jinan, dozên tacîz û tecawizên jinan şopand û piştgirî da jinan. Doza Melek Karaaslan a 16 salî ku li Agiriyê hat qetilkirin şopand û bû mudaxîlê dozê. Doza N.S. ya rastî destdirêjiya Yunus S. ku li Midûriyeta Polîsan dixebitî hat şopand û bu mudaxîl. Dîsa doza Eylem Pesen a 17 salî şopand. Doza Naîle Erdaş a 16 salî Ertaş, Berivan B.’şopand. ‘DEVLET İHMALİ OLAN DAVALARI TAKİP ETTİK’ Sazumankara VAKAD’ê Zozan Ozgokçe, diyar kir ku ji roja hat avakirin heta niha her dem bû êrîş û hedefa mêrên serdest û hişmendiya pergalê. Ozgokçe, anî ziman ku berî her tiştî ji ber polîtîkayên dewletê jin rastî tundiyê tên wiha got: "Dem dem memûrên Wezîrê Karên Hundir hatin komeleya me demekê man. Lêkolîn kirin. Hemû xebatên me çavdêrî kirin. Piştî erdheja Wanê me ji bo mafê jinê bi gelek komeleyên Tirkiye re pêwendî danî û xizmet kir. Ji ber vê yekê bi di sala 2014'an de ji ber xebatên xwe em bi ‘sempatiya KCK û PKK’ê' hatin darizandin û xwestin komeleyea me bigirin. Lê her çend em rastî astengî û gefan hatin jî me xebatên xwe berdewam kir. Em bi vê biryarê têk naçin em dê dîsa xebatên xwe li kolanan berdewm bikin."