Di 5 mehan de 147 jin hatin qetilkirin 2016-12-16 09:17:11 EDENE -Ji meha tîrmehê, bi îlankirina OHAL'ê re heta niha, li Tirkiyeym ji aliyê mêran ve 147 jin hatine qetilkirin. Endama Platforma Jinan a Edeneyê Parêzer Fatoş Hacivelîoglû, balê kişand ser zêdebûna şideta di seredma OHAL'ê de. Ji roja ku AKP bûye îktîdar, her roj şideta li dijî jinê zêde dibe û bi îlankirina OHAL'êê re jî, ev xwe gihand bîlançoya herî giran. Ji meha tîrmehê, bi îlankirina OHAL'ê re heta meha mijdarê, li tevahiya Tirkiyeyê 147 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Di dema OHAL'ê de bîlançoya şideta û komkujiya li dijî jinan wiha ye: Di meha tîrmehê de; *Li Anatolyaya Navîn 5, Îzmîr 5, Yozgat, Balikesîr, Antalya, Edene, Mêrsîn, Konya, Wan, Gîresûnê bi giştî 17 jin hatin qetilkirin. Di meha tebaxê de; *33 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, jinek jî ber bi întiharê ve hat beralîkirin. Di heman demê de, 26 jin jî rastî şideta zayendî hatin û 23 zarok jî rastî îstîsmarê hatin. Li Konyayê 4; li Antalya û Manîsayê 3; li Amed, Duzce û Samsûnê jî 2 jin hatin qetilkirin. Di meha îlonê de jî; *35 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 44 jê rastî şideta zayendî hatin, 15 zarok rastî îstîsmarê hatin û 3 sûcên nefretî pêk hatin. Di meha cotmehê de; *35 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 21 jin rastî şideta zayendî, 29 zarok rastî îstîmarê hatin û 3 sûcên nefretî pêk hatin. Di meha mijdarê de jî; *28 jin hatin qetilkirin. 100 zarok rastî îstîsmara zayendî , 19 jin rastî şideta zayendî hatin û jineke trans jî rastî sûcê nefretî hat. ‘MÊR DIZANIN WÊ RASTÎ CEZA NEYÊN' Endama Platforma Jinan a Edneyê Parêzer Fatoş Hacivelîoglû anî ziman ku, di serdema OHAL'ê de şidet zêde bûye û wiha got:"Di serdema OHAL'ê de rewşa ku daraz tê de ye diyar e. Darazeke ku ji bo dozana kanalîze bûye û di vê gelemşeyê de mêr dizane çi bike wê rastî ceza neyê" û bi vî awayî balê kêşa ser zêdebûna cinayetên jinan. Hacivelîoglû anî ziman ku, mêr ji gelemşeya darazê wek firsendê bi akr tînin û got, mêrên ji piştevaniya hikûmetê jî sûdê werdigirin, baweriya li wan peyda dibe. ‘LI TIRKIYEYÊ HER ROJ 5 JIN TÊN KUŞTIN' Hacivelîoglû dest nîşan kir ku, dema mêr dibîna li pişt wan hêzeke huqûqiyî heye, meyla wan î şidetê zêde dibe û got, li Tirkiyeyê rojê herî kêm 5 jin tên kuştin. Hacivelîoglû got, di dema OHAL'ê de armanca polîtîkaya zewicandina kesê îstîsmarkar û ya rastî êrîşa zayendî tê, valakirina dadgehan û rêvekirina li ber tecawuzê ye û wiha axivî:"Ev hemû ji bo cinayetên jinan faktor in."