Rastî lêdanê hatin wekî lêdane hatin tawanbarkirin 2016-11-16 10:21:12 ÎZMÎR - 29 jinên li Îzmirê dema kuştina jinan şermezar dikirin li pêş kamerayan rastî lêdanê hatin, wekî ku li hemberî polîsan dest rakirine û li polîsan dane hatin tawanbarkirin. Jinên ku li Îzmirê komkujiya siyasetmedarên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Saylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakize Nayir û Fatma Uya yên li Sîlopyayê hatin qetilkirin şermezar kirin, li pêş kamerayan rastî lêdana polisan hatibûn. Jinan li navçeya Alsancakê di 9'ê Çileya 2016'an de bi dnaxuyaniyekê komkujî şermezar kiribûn û bi lêdanê hatibûn binçavkirin. 29 Aktîvîstên Kooperatifa Jinan a Îzmirê li pêş kamerayan rastî lêdanê hatin. 11 meh şûnde doz li wan hat vekirin. Dozgeriyê bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" û "dest li polîsan rakiriye" doz vekir. Dozgeriyê pankarta "Jin jiyan azadî" û "Bijî piştevaniya jinan" wekî delîl nîşan da. Dozgeriyê der barê 7 jinan de bi îdîaya dest li polîsan rakiriye doz vekir. Lê dîmenên çalakiyê ku li doszyaye hatiye zêdekirin hemû îdîayan pûç dike. DI DÎMENAN DE NE POLÎS JIN RASTÎ LÊDANÊ TÊN Di dîmenên ku roja bûyerê hatiye kişandin de tê dîtin ku ne polis, jin rastî lêdanê tên. Di dîmenan de xuya dibe ku polis jinan li erdê kaş dike. Dîsa polîs destê jinan kelepçe dike û wan binçav dike. Dozger di îdîanameyê de der barê 22 jinan de bi îdiaya "propaganda rêxistinê" û der barê 7 jinan de jî bi îdîaya "Dest li polisan rakirine" ji xala TMK'ê ya 7/2'an di navbera 1 5 salan de û ji xala TCK 265'an jî di navbera 6 meh heta 3 salan ceza dixwaze. Rûniştina dozê dê sibê li Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê bê dîtin.