Malpera dengê jinan: Çatlak Zemin 2016-11-16 10:54:00 STENBOL - Malpera "Çatlak Zemin" a li ser pêdiviya Qada ku Têkildarî Jinê bê Axaftin, ji aliyê komek feminist li hev kom bûn û ava kirin, qada li dijî dîwar, qalik û bendên hatine pêçan damara arê perçekirina seriyan e. Li Tirkiye êrîş û tundiya li ser jinan zêde dibin. Jin bi armanca li dijî tundiyan bêjin "Em li vir in" derdikevin qadan û dengê xwe bilind dikin. Jin ji bo di her qadan de dengê xwe bilind bikin û hawara xwe belav bikin niha jî malpera "Çatlak Zemîn" ava kirin. Komek jinên feminist kom bûn û malpera “Çatlak Zemin” ava kirin. Malpera "Çatlak Zemin" a li ser pêdiviya Qada ku Têkildarî Jinê bê Axaftin, ji aliyê komek feminist li hev kom bûn û ava kirin, armanc dikin ku qada li dijî dîwar, qalik û bendên hatine pêçan mezin bikin û dixwazin bibin damara arê ya perçekirina seriyan. Sazumankara "Çatlak Zemin" Hale Çelebî têkildarî armanca malperê de axivî. Çelebî li ser armanca malperê wiha got: “Jin ne kesên sersar û xemsar in. Perçeyekî civakê ne û divê di qada civakê de bê xuyakirin. Divê em tiştan ji bo xwe bikin dert. Pêdiviya me ya em di bin êrîşan de bêhnê bistînin û xwe rêxistin bikin heye. Li Tirkiye kuştina jinan roj bi roj zêde dibe. Jin her dem ji aliyê mêr ve di her alî de rastî tundiyê tê û her dem wekî amûra aborî û kar tê dîtin. Me li dijî hemû tundî, zext, wêdekirinê de xwest bêtir xwe bigînin hev, destê xwe bidnin hev, li hev xwedî derkevin. Di vê pêvajoya ku bêtir pêdivî bi feminizmê heye me xwest gotinên feminist pêş bixin. ‘QADA KU TÊKILDARÎ JINÊ AXAFTIN BÊ KIRIN' Çelebî, da zanin ku hemû tiştên ku dixwînin û dişopînin tev bê hêvî û bê baweriyê vedihewîne û piştî demekê her tişt bê tam e. Çelebî, destnîşan kir ku qada ku ku jin lê bi axive û gotinên têkildarî jinê lê hebe tune ye û xwest bi vê malperê qada jinan vekin. Çelebî, bilêv kir ku ev malper ji bo hemû dengê jinan û pirsgirêkên jinan vekiriye. Çelebi, têkildarî navê “Çatlak Zemin” jî wiha got: “Dîwar li ser jinan tê pêçan. Jinan di nava qalikan de dipêçin. Me xwest bibin damara arê û qerîna xwe bilind bikin. Malpera Çatlak Zemin dê bibe hawar û dengê hemû jinan. Ev ne weşana rêxistinekê ye. Ev malpera dengê hemû jinên ku rastî tundî, zext û binpêkirina mafan tê. Jinên feminizt dê cerebeyên xwe yên cuda komî ser hev bikin û bi kedek taybet û demên taybet di malpera webê de parve bikin. ‘EM BI XETA FEMİHATÊ PARVEDIKIN' Çelebi, da zanîn ku hin roj tên ku ji Halet-î Ruhiye hest di pişiqin û got: "Di rojên wisa de nerîna di paçeya Feministê re baş e. Dema ku der û kulê me dibin wekî deryayê em bi Femihatê derdê xwe parve dikin. Ji ber vê yekê her jin dikarin di malpera "Çatlak Zemin" de binivîsin û hest û ramanê xwe parve bikin. Em weki koma Çatlak Zemin dixwazin nivîsên ku ji mere tên şandin li ser milên hevpar di malperêde parve bikin. Piştî me ev malper ava kir rexneyên erênîe ji mere tên. Bi piranî bi kêfxweşî û erênî tê dîtin. Ji bo ku di medya de zimanê jinê serdest be ev malper dê gavek erênî be. Dê bibe deng û gotina têkoşîna Feminismê. Ev malper qada ku jin karibin parve bikin, hev guhdar bikin, dengê xwe bînin ziman û der barê jinê de gotinên xwe bînin ziman e."