Xwarin, vexwarin û arduyê vê malê ji xwezayê ye 2016-12-19 09:11:20 ÊLIH - Li navçeya Kozlukê ya Êlihê malbata Şukran Yildiz, ji ber hem bi tendurîstî ye û hem jî organîk e hemû xwarin, vexwarin, somemenî û pêdiviyên malê ji xwezayê kom dike. Yildiz, diyar dike ku çavkaniya wê bax û baxçeyên xwezayê û sewalên hewşêne. Li Tirkiye her çend qeyrana aborî zêde bibe jî kesên ji jiyana bajar kapîtamîzmê dûr zêde nakeve bin bandora qeyranê û hemû çavkaniya jiyana xwe ji xwezayê temîn dikin. Kesên di nava xwezayê de çandinî, çotkarî û sewalkariye dikin hemû berhemên çavkaniya jiyana wan bi tenduristî û organîk e. Li navçeya Kozlukê ya Êlihê jî welatiya 32 salî Şukran Yildiz hemû pêdiviyên xwe yên jiyanê ji bax û baxçeyê xwezayê digire û debara xwe bi bereketa axê derbas dike. Yildiz, demsala havînê de li aliyekî ji bo ardû û sotemeniyê sergînan hişk dike û depo dike, li aliyê din fêkî û teamê ku ji nava bax û baxçeyê xwe kom dike hişk dike. Ji fekiyan rîçal, dims, benî û berhemên wekî wê amade dike. Yildiz bi cîranên xwe re hevpar amadakariyê dike û bi hevre zexîre, erzaq, sotemenî û vewarina salê amade dike. BI ÇÎRANÊN XWE RE PARVE DIKE Yildiz, ji baxçeyên mişmiş, hejîr, sêv, hirmî, bihok, rezên tirî, kom dike hem bi cîranan re parve dike û hem jî tevî cîranan hişk dike û amadekariya zivistanê dike. Yildiz, anî ziman ku ji bax û baxçeyan fêkî û team kom dike û ji bo zivistanî amade dike. Yildiz, destnîşan kir ku sewalan jî xwedî dike. Yildiz, da zanîn ku hem zibilê wan dike gubre û hem jî dike sergîn û ji bo sotemenî û arduyê zivistanê bikar tîne. Yildiz, destnîşan kir ku hemû tiştên wê ji xwezayê ye û çavkaniya jiyana wê ax û xweza ye. Yildiz, bilêv kir ku hemû bi keda destê wê çêdibe û hemû bi destê xwe çêdike. Yildiz, da zanîn ku ew li hewşa xwe mirîşk, werdek, pez xwedi dike û wiha got: "11 mirîşk, 2 dîk û 2 werdekê min hene. Werdek û mirîş rojê 10 hêkan dikin. Heba hêkê bûye 1 TL û koliya wan bi 15 TL ye. Ez hêk nakirim. Ez goşt jî nakirim. Ez hêk û goştê mirîşk û werdekên xwe dixwim. Ez xwarinazêde hişk dikim û zivistani didim werdek u mirîşkan. Ez êsîngan jî ji darê baxçe kom dikim û zivistanî bi van êzing û qirşan xwe germ dikin û wekî arduyê tifikê bikar tînim. Hem ji bo tenûr, hem ji bo tifik û hem jî ji bo sobê van êzingan bikar tînim. Em7 jinên cîranên hev vî karî bi hevre dikin. Mahmut Ruvanas - dihaber