‘Em li her qadên jiyanê hebûn û em ê hebin' 2016-12-22 09:24:24 AGIRÎ- Li navenda Agiriyê tekane esnafa jin Mulkiye Çabûk li ser inyada esnafên mêr ên ku dikevin îdiayê û dibêjin "Wê kengî xewliyê bavêje?" berxwedana xwe wiha vegot: "Em jin in, li her qadên civakê, jiyanê hebûn û em ê hebin." Li navenda Agiriyê, tekane esnafa jin a 40 salî Mulkiye Çabûk diyar kir ku dema wê dît pêdiviyên jinan ji aliyê feraseta mêrî ya serdest tên diyarkirin, dest bi kar kiriye. Çabûk a li Kolana Tahîr Elçî bûtîk vekiriye anî ziman ku ew li gor daxwazên jinan alavan tîne. DEMA JI STENBOLÊ TÊ AGIRIYÊ... Çabûk anî ziman ku, dema ew ji Stenbolê hatiye Agiriyê, biryara vekirina kargehekê daye û wiha got: "Ji bo zarokên min li ser xaka xwe bi çanda xwe mezin bibin, hatim Agiriyê. Dema bic ih bûm, wek jinekê min jî xwest di qada aborî de cihekî min hebe. Lê belê, min dît ku li herêmê feraseta mêrî serwer e û di warê aborî de azadiya jinan hatiye binpêkirin." WÊ KENGÊ XEWLIYÊ BAVÊJE? Çabûk got, dema wê bûtîk vekiriye, esnafên mêr di xwe de ketine îdiayê ku wê "Kengî xewliyê bavêje?" û wiha domand: "Mirov fikirîn ku ez ê pes bikim. Li herêmê li gel şert û şirtûên zehmet, rasteqîniya feraseta mêrî jî heye. Li gor wan tu esnafî ji jinan dernakeve. Lê belê, min li ber xwe da. Feraseta mêrî ya heta duh ketibûn îdiayê ku wê ev 'kengî xewliyê bavêje?' îro ji tomerîfiroşan re dibêjin ji ber vê em nikarin tu karî bikin." ‘DORA JINÊN DIN E' Çabûk anî ziman ku, ew bûtîkê li gor pêdivî û daxwazên jinan bi rê ve dibe û got, divê jin li malan xw eheps nekin, li qadên xebatê cihê xwe bigirin û wiha domand: "Jinan zaf piştevanî kir. Çimkî, jinên herêmê digotin bi sala ye esnafên mêr şikil didin pêdiviyên wan. Dema li pêşberî xwe esnafeke hemcinsê xwe dîtin kêf xweş bûn û li gel vê ji bo pêdiviyên wan jî bû bersiv. Min got, di qada aborî de ez jî heme. Êdî dora jinên dine." ‘KEDA WAN NAYÊ BINPÊKIRIN' Çabûk jinan ji bo hilberînê teşwîq kir û wiha domand: "Muşteriyên min ş jin, ji min daxwaza yazmeyên bi destan tên çêkirin, patîk, lûfik û êlegan dikirin. Li hawirdora min jinên pêdiviya wan hebû û ji derheqê van daxwazan derdiketin hebûn. Min pêşniyara beşdarî qada aboriyê bibin li wan kir û ew teşwîq kirin. Min malzeme kirî û da van jinan û îro keda destên xwe li vir berpêş dikin û bi vî awayî piştevaniya budçeya mabatê dikin. Hem ez û hem jî ew qezenc dikin. Ji ber keda wan nayê binpêkirin, kêfxweşim." ‘EM HENE Û EM Ê HEBIN' Çabûk got, bi zanebûnî jin li derveyî aboriyê hatine hiştin û wiha bang li jinan kir: "Em jin in, li her qadên civakê, jiyanê hebûn û em ê hebin." Berîvan Karataş - dîhaber