Jin dê li dijî tundiyê dakevin qadan 2016-11-17 09:06:52 ENQERE - Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin, bi Komîteya 25'ê Mijdarê ku li dijî hemû binpêkirina mafên jinan hatiye avakirin, xwe amade dikin ku li dijî tundiyê dakevin qadan. Jinên li Tirkiye û Cîhanê bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê re xwe amade dikin ku li dijî tundiya li ser jinan dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Jin, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Tundiya li Ser Jinan dest bi xebatan kirin û dê çalakiyan pêk bînin. Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin, bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê re bi Komîteya 25'ê Mijdarê ku li dijî hemû binpêkirina mafên jinan hatiye avakirin, xwe amade dikin ku dakevin qadan. Nûnera Platformê ya Tirkiye Gulsüm Kav, diyar kir ku ew dê li dijî hemû zext, tundî û serdestiya li ser jinan tê meşandin têkoşîna azadiyê mezin bikin. Kav, bilêv kir ku dê li hemû bajaran dakevin qadan û bertek û nerazibûnên xwe bînin ziman û wiha got: "Em dê li her derê li dijî feraset û hewldanên ku tundiya li ser jinê rewa dibîne û li ser jinê tundiyê pêş dixe dakevin qadan. Jinan bi ked û bedelên mezin mafê xwe bi dest xistin. Lê di vê sedsalê de jî dîsa êrîşî mafên jinan dikin. Em dê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe ya laikl û azadiyê pêş bixin. Em dê rêxistinbûna xwe xurt bikin." LI DIJÎ TUNDIYÊ KOMÎTEYA 25'Ê MIJDARÊ Kav, da zanîn ku ji ber di demên dawî de êrîş û tundiya li ser jinê derketiye asta herî jor wêdivî bi avakirina vê komîteyê dîtin û wiha got: "Ji 25'ê Mijdarê heta 8'ê Adarê pêvajoyek girîng e. Li Tirkiye desteserkirina mafê jinê zêde bûye. Me xwest li dijî tundiyê berxwedanek xurt nîşan bidin. Me di 19'ê Cotmehêde civîn pêk anî. Piştre civînên me li her bajaran berdeawam kir. Hem çalakiyên ku em bi hemû rêxistinên jinan re hevpar çêdikin û hem jî çalakiyên platformê yên xweser hene." 'ÇI BIDE BILA BIBE JIN BÊDENG NABIN' Kav, bilêv kir ku dê di 25'ê Mijdarê de bi çalakiyên hevpar dakevin qadan û di 27'ê Mijdarê de jî çalakiyên xweser pêk bînin. Kav, destnîşan kir ku ji ber OHAL’ê mirov bi fikarin dakevin qadan û wiha got: "Divê ji ber zextên OHAL'ê hemû jin beşdarî çalakiyan bibin û dakevin qadan. Di van şertên herî giran de jin têkoşîna xwe berdewam dikin. Tundiya li ser jinê û kuştina jinê zêde bûye. Ji ber ku li dijî vê tundiyê û kuştinê em dengê xwe bilind dikin û li hev xwedî derdikevin îktîdar bêtir êrîşî jinê dike. Wekî tê dîtin saziyên jinan tên girtin. Dixwazin berxwedana jinê bitepesînin. Lê çi dibe bila bibe jin bêdeng nabin û dê bêdeng nebin. Em dê vê bêedaletiyê bînin ziman çi ji destê me bê emê ji bo berxwedanê bikin." TÊKOŞÎN TÊ ME AZAD BIKE Kav, herî dawî xwest her kes li cihê xwe dakevin kolanan û li dijî zilm. zordarî tundî û neheqiyê dengê xwe bikin bikin û têbikoşin û wiha dawî li gotinên xwe anî. "Jin dê li dijî tundiyê li qadan bin. Ger ku em têbikoşin em dê bi ser bikevin. Di vê pêvajoya ku tundî zêde bûye têkoşîna 25'ê mijdarê girîng û watedar e. Di salên dawî de tundî pir zêde bûye. Polîtîkayên şer roj bi roj her tiştî ji demokrasî û laîklikê dûr dixe. Ji vê polîtîkaya şer herî zêde jin dikevin bin bandorê. Rejîm her dem û herî zêde jinê dike hedef. Şêwirmendê Serokomar dibêje ‘Diktator dayika te ye'. Em di serdemek ku rêveber ew qas bê wefa de dijîn. Ji ber vê yekê ya ku me rizgar û azad bike têkoşîn û şêwirmendiya me jinan e. Divê jin bêtir xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe bilind bikin."