‘Li dijî dewleta mêrî, heqîqeta herî zêde têdikoşe jin bi xwe ye' 2016-12-30 09:15:52 AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Fatma Gul pêkûtî û çewisandinên salekê yên li dijî jinan nirxand û dest nîşan kir ku, li dijî dewleta mêrî, heqîqeta herî zêde têdikoşe jin bi xwe ye û wiha got: "Di dîrokê de, di ser jina re her polîtîkaya tunekirina vê heqîqetê hatiye meşandin." Di saleke dawî de, li bajarên kurdan ên şer û rûxandin ji wan kêm nebûn, her tim di hedefa êrîşan de jin hebûn. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Fatma Gul, sala 2016'an di warê jinan de niraxnd û got, jinên kurd bîad nekirin û wê tu carî jî bîadê nekin. ‘POLÎTÎKAYA SERDESTAN LI SER JINÊN KURD DIDOME' Gul anî ziman ku, polîtîkaya dewletê ya tunekirina jinên kurd didome û got, operasyonên tên lidarxistin jî di şexsiyeta jinên kurd de tên domandin. Gul dest nîşan kir ku, di serî de jinên dadikevin qadan, ew bûne şahidê derbkiirna wan î li be rçavên civakê û wiha axivî: "Em salekê bûn şahidê van dîmenan. Jinek, di dîrokê de li dijî dewleta serdest û mêrî, heqîqeta ku herî zêde li ber xwe dide û têdikoşe bi xwe ye û ji bo vê tunekirina vê heqîqetê tim polîtîka hatine meşandin. Pêkûtî û çewisandinên îro tên jiyîn jî bi vê ve girêdayî ne. Ev polîtîkaya dîrokiyî ya li ser esasên bîrdoziya mêrî û ji aliyê dewletên serdest ve tê meşandin, îro li erdnîgariya Kurdistanê li ser jinên kurd didome." ‘YA LI ME TÊ FERZKIRIN JIYANEKE KOLETIYÊ YE' Gul anî ziman ku, dixwazin jinan teslîm werbigirin û wiha axivî: "Bi binpêkirina îradeyê, bi teslîmgirtinê dixwazin vê peyamê bidin hemû gelan. Yanî 'em ê di şexsê jinên we de li we bidin. Em ê di şexsê jinên we de we tune bikin. Em ê di şexsê jinên we de, îradeya we binpê bikin. Em her cure heqaretê ji we re rewa dibînin û hûn ê jî îtaetî vê bikin.' Ev çandek e. A rast polîtîkaya tacîz û tecawizê jî hinekî girêdayî vê ye. Ev jiyaneke koletiyî ye. Di ser jinê re dixwazin vê jiyana koletiyî ferz bikin. Di têkoşîna hevdem a azadiyê de, ev 40 sal e jina kurd a pêşengiya guherîn û veguherîna civakiyî dike û di vê guherînê de kirde ye, diyarker e û bi feraseteke nû ya jiyanê, feraseta çandê bi pêş dixe. Ji ferasetê dest pê kir û bi rastî jî di cîhana hestî û ruhî de feraseteke nû bi têkoşîna azadiyê re bi pêş xist." ‘SIYASET VEGUHERÎ RENGÊ JINÊ' Gul a ku got, “Siyaset rengê gewr a mêrî bû" wiha axivî: "Siyaset veguerî rengê jinê. Di vî warî de girîng e. hevserokatî destkeftiyeke mezin e. Hevserokatî niha, di kevneçopiya têkoşîna 40 salî ya jinê de xwe gihandiye lûtkeyê. Di siyasetê de pêşveçûyîna jina kurd, tê wateya hêza jina kurd, tê wateya lûtkeya mewziyên jinên krud bi dest xistine. Konsepta şer a ku dewleta tirk, operasyonên wê yî qirkirina siyasş, ten ne li ser jinên li ber xwe didin, bi awayekî topyekun li dijî hemû jinên erdnîgariya Tirkiyeyê ye." ‘TÊKOŞÎNEKE MÛAZZAM A BI PÊŞENGIYA JINÊ HEYE' Gul a ku got, “Jinên li ber xwe didin rûmeta me ne" binçavkirina Sebahat Tûncel, derbkirina wê û li dijî vê liberxwedayîna wê wek mînak da. Gul dest nîşan kir ku, jinên kurd li qadan û di siyasetê de li ber xwe didin û wiha got: "Wê qethiyen destkeftiyên ku bi têkoşîan 40 salî re xwe dane der neyên tunekirin. Dewleta tirk di dîrokê de, girêdayî dewletên serdest her tim li ser jinê polîtîkaya çewisandinê meşandiye. Di vî warî de, dixwazin kirasekê ji vê re bibînin. Dixwazin zemîna siyaseta demokratîk ji holê rabikin. Li dijî vê, tekane hêze têdikoşe tevgera kurd e. Şoreşa li Şengalê, ji bo jinên kurd mewziyeke mezin e. Dîsa li Rojavayê bi pêşengiya jinê têkoşîneke mûazzam heye. Ev têkoşîn didome. Û bi jinê re bi pêş dikeve." ‘WÊ PÊŞENGIYA WÊ JIN BIKIN' Gul anî ziman ku, jin her tim li qadan, li kuçeyan têdikoşin û wiha axivî: "Di dema pêvajoya xwerêveberiyê de, em dît ku li qadan yên li ber xwe didin, jinên bi rêxistinbûyî bûn. Li dijî hemû polîtîkayên barbarî, kirêt û hovane yên dewletê yên kuçe neterikandin dayik bûn, jin bûn. Jinên şoreşger bûn. Mesela wê jinên kurd dayika Taybet tu carî ji bîr nekin. Heke bawer dikin ku wê bi qetilkirina jinan, bi şideta li nav kuçeyan jinê bitepisînin, ev badilhewa ye. Jinên kurd tu carî serî netewandin. Em ê bîad nekin. Ev serdemek e. Li vê qadê, serdemên zor ê bi ehr serdmên têkoşînê re xwe didin der hene. Em jî vê wisa dibînin. Em ê vê serdemê derbas bikin, hemû cîhan jî dizaneç Dîsa pêşengiya vê jî, wê jin bikin. Bi zeximkirina rêxistinbûyînê, em ê karibin ji derheqê vêd erkevin." ‘BARÊ BERPIRISIYARIYA DÎROKÎ LI SER MILÊ ME YE' Gul anî ziman ku, barê berpirisyariya dîrokî li ser milê wan jina ye û diyar kir ku, ew di bîra vê de ne û wiha domand: "Divê em bêtir bitêkoşin. Ji siyasetê bigirin di her qadên jiyanê de, jinên kurd bi bi destkeftiyên xwe yî têkoşîan 40 saliyî de bi her awayî deyndarê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan e. Çimkî Rêberê me, ev 40 sal e belkî herî zêde ji bo azadiya jinê ked û fedakariyeke mezin da. Ji ber vê em jinên kurd, dyendarê Rêberê xwe ne. Em wek jinên kurd, bi rêxistinbûyîneke mezin, bi têkoşîneke bilind, divê ev berpirisyariya dikeve ser milê me bêtir bi cih bînin."