2'emîn atolyeya Jîneolojiyê li Îzmirê dest pê kir 2017-01-03 09:24:42 ÎZMÎR - Berdevka atolyeya duyemîn a Jîneolojiyê Maîle Ariç diyar kir ku, Jîneolojî tenê ne ji bo jinê, ji bo rizgariya civakê jî gaveke girîng e û bang jina kir, da beşdarî atolyeyê bibin. Atolyeyên Jîneolojiya wek zanista "Jiyan û Jinê" tê pênasekirin didomin. Li Îzmîrê, dewreya duyemîn a atolyeya Jîneolojiyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad, li avahiya Rêxistina HDP'a Karşiyakê dest pê kir. Jin, her hefte roja yekşemê li atolyeya Jîneolojiyê tên gel hev û li dijî tehekumiya zanista serdesta a mêrî, nîqaşên zanista jinê dikin. Berdevka atolyeya Jîneolojiyê Maîle Ariç, têkildarî xebatên atolyeyê agahî dan û diyar kir ku, Jîneolojî di warê lêpirsîna pirsên wek ji bo çi û çawa jin ji xwezaya civakî hat qutkirin girîng e. 'JI BO RIZGARIYA CIVAKÊ GAVEKE GIRÎNG E' Ariç dest nîşan kir ku, ji ber ew difikirin divê zanisteke ku rizgariya jinê esas digire hebe û ji ber vê wan atolyeya duyemîn vekiriye û wiha got: "Atolyeya me ya ewil zaf baş derbas bû. Beşdarbûyîn zêde bû. Niha jî me atolyeya xwe yî duyemîn li Karşiyakayê vekir. Di pirtûka xwe de em niha li ser mijara "hevjiyana azad" radiwestin. Her em vana raçav dikin, em mijara jin û mêr, li xwezaya me çi hemû û çi bû digirin dest. Di nîqaşan de, em herî zêde ji yên jiyana xwe tevlî dikinê. Mînak, dema em azadiyê nîqaş dikin, em li kuderê azadiyê ne an jî em çawa lê dinihêrin. Em li ser bûyerên di jiyana xwe de em rastî wan hatine, bûyerên li malê û derve hatine serê me, em li ser her tiştî radiwestin." Ariç a ji bo beşdarbûna atolyeyê bang li hemû jinan kir wiha axivî: "Beşdarbûna wan wê ji bo rizgariya jinê gaveke zaf girîng be. Jîneolojî tenê ne ji bo jinê, ji bo rizgariya civakê jî gaveke zaf girîng e. Ji bo beşdarbûna atolyeyê em bang li hemû jinan dikin."