Siyasetmedarên jin ên hatin qetilkirin bi bîr anîn 2017-01-03 15:10:32 AMED - Tevgera Jinên Azad siyasetmedarên jin ên li Parîs û Sîlopiyê hatibûn qetilkirin bi bîr anî. Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên li avahiya DBP'ê ya Peyasê ya Amedê hatin cem hev siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 2013'an de li Parîsê, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên di 2016'an de li Sîlopiyê hatin qetilkirin bi bîr anîn. Endama TJA7yê Arzu Akşahîn a ku di merasîmê de axivî bal kişand li ser qatlîama Parîsê û wiha got: "Ligel ku 4 sal derbas bû jî perdeya sirê ya li ser qatlîamê nehatiye rakirin. Têkîliyên tarî û kur ên li pişt kujer nehatin ronîkirin û herî dawî jî mirina kujerê bi navê Omer Guney a bi awayekî gumanbar li ser van têkîliyan hat girtin." Akşahîn destnîşan kir ku Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar jî ji aliyê heman faresetê ve hatine kuştin û wiha axivî: "Qetilkirina Sêvê, Pakîze û Fatma nîşan dide ku siyasetmedarên jin ên ku li dijî polîtîkayên şer têdikoşin tên hedefgirtin. Bi qetilkirina siyasetmedarên jin ve hatiye xwestin ku dengê hemû jinan bêbirîn." Akşahî anî ziman ku ew ê di riya wan de biçin. Axaftin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û çepikan bi dawî bû. Merasîma bîranînê bi pêşandana sînevizyonê bi dawî bû.