Bi qeyûmê re pêşnûma hatin astengkirin! 2017-01-04 09:03:25 SÊRT - Piştî Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan ji peywirê hat girtin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin, pêşnûmayên atolyeya jinê hatin hilawistin. Jinên li atolyeya hunerên destan a girêdayî Nevenda Şêwirmendiyê ya Jinê a Berfînê ya di bin banê Şaredariya Sêrtê de, qarton, CD û berên din ên avêtî bi kar dianîn û bi firotina van beran hem debara xwe dikirin hem jî dibûn xwedî pîşe. Li atolyeya ku 3 sal e bi awayekî çalak xebatên xwe dimeşand, 12 jin lê dixebitîn û li vê atolyeyê, berên dekoratîfî yên li malan tên bikaranîn, berên pitikan, boxçe, rûber û hwd. dihatin çêkirin. Atolye di nava hefteyê de dixebitî, 15 qursiyerên wê hebûn û berên dihatin çêkirin 3 mehan carekê li pêşangehekê dihatin firotin. BI TAYÎNKIRINA QEYÛM RE PÊŞNÛMAYÊN WAN NÎVÇE MAN Pêşnûmayên têkildarî atolyeyê ya girêdayî Yekeya Xizmetên Malbat û Jinê, piştî Hevşaredar Tûncer Bakirhan ji peywirê hat girtin û li şûna wî Alîgirê Walî Ceyhûn Dilşad Taşkin wek qeyûm hat tayînkirin, nîvçe man. Bi îxrackirina Gerînendeya Yekeya Xizmetên Malbat û Jinê Pervîn Yurek re, gerînendetiya yekê vala ma û ji ber vê pêşnûmaya firotina beran jî rawestiya. Heke pêşnûma pêk bihatana, dê gelek jin bibûnan xwedî dahateke aborî û torên bazareke ku berên xwe lê berpêş dikin. Her wiha beriya qeyûm tayînî şaredariyê bê kirin, Yekeya Xizmetên Malbat û Jinê ji bo qursiyer bib Îş-Kûrê pêşnûmayek berpêşî Walîtiya Sêrtê kiribû, lê ev pêşnûma hatibû redkirin. Pêşnûmaya ji aliyê walîtiyê ve hat astengkirin, tê îdiakirin ku wê ji aliyê qeyûm ve dubare têkeve rojevê.