TJA: 5-9'ê Çileyê dê bibe hefteya têkoşîna li dijî qatlîamên li hemberî jinan 2017-01-04 15:27:16 AMED - TJA'yê siyasetmedarên jin ên ku li Parîs û Sîlopiyê hatin qetilkirin bi bîr anî û daxuyand ku ew ê 5-9'ê Çileyê hefteya têkoşîna li dijî qatlîamên li hemberî jinan bigirin dest. Tevgera Jinên Azad (TJA) siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên li Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên di 5'ê Çileya 2016'an de li Sîlopiyê hatin qetilkirin bi daxuyaniyekî nivîskî bi bîr anî. Di daxuyaniya ku nirxandina "qetlikirina jinên ku azadiyê dijîn, didin jiyandin û digihînin nirxên civakî rastiya hebûna dagirkeriyê ye" hat kirin de, hate gotin ku beriya çend rojan a dadgehê mirina bersûc Omer Guney xwazayî nîne. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji holê rakirina şahid û bersûcên qatlîamê bi temamî tarîkirina rastiyan ve eleqadar e. Lê bila baş bê zanîn ku em jin qatil û qatlîamkeran nas dikin û rastiya wan dizanin. Ji ber vê yekê jî em ji bo darizandina wan, hesabxwestin û mehkûmkirina wan bi felsefeya 'dê azadî bi serkeve' bikin mijara têkoşînê." DÊ KUJER WİNDA BIKIN JIN Û GELÊ ME BI SERKEVE Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Sîlopiyê di salvegera qatlîamê de qetilkirina Demîr, Uyar û Nayir tesaduf nîne û wiha hat gotin: "Di berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî dagirkeriyê ev hevalên me yên ku pêşengî kirine îrade, berxwedan û hezkirina azadiyê ya bêhempa bidestxistin. Dagirkerî li hemberî jin zarok û gelên ku di berxwedana xwerêveberiyê de cih girtine têk çûye û bi vî hêrsa têkçûnê qatlîam û xirakirin pêk aniye xwestiye vî veşêre. Em li dijî qatlîamkerên Parîs û Sîlopiyê bi şîara 'dê azadî bi serkeve' têkoşîna xwe li her mal, kolan, gund û bajaran xwe rêxistin bikin û çalakiyên xwe xurtir bikin. Em ê bi vî armancê 5 û 9'ê Çileyê wekî hefteya têkoşîna li dijî qatlîamên li hemberî jinan bigirin dest û heta ku sîstema qatlîamker a dagirker bi dawî bibe. em li kû derê bin jî têkoşîna xwe xurtir bikin ji bo vê yekê em soz didin şehidên xwe, jinan û gelê xwe. Dê qatiy winda bikin jin û gelê me bi serkeve." 6 SIYASETMEDARÊN JIN LI SÛRÊ HATIN BIBÎRANÎN Hevparên TJA'yê yên Amedê jî 6 siyasetmedarên jin li avahiya DBP'ê ya Sûrê bi bernameyekî bi bîr anî. Posterên jinên ku hatin qetilkirin li salonê hat daliqandin. Di merasîmê de Ayhan dogru axivî û wiha got: "Em ê tu caran qatlîaman ji bîr nekir û hesabê qatlîama bi xurtkirina têkoşîna jinê bipirsin." Piştî axaftinê sînevîzyon hat pêşandan.