'Jiyana min sûc tê dîtin' 2017-01-05 11:14:18 AMED - Z.U., ji roja sewicî heta hevserê mir rastî tundî û gefên tê. Z.U., ewil rastî tundiya hevserê xwe hat, piştî hevserê wê mir rastî tundiya malbata xezûrê xwe tê. Li gel biryara parastinê hatiye dayîn jî malbata xezûrê wê diçin ber deriyê wê û gefan li wê dixwin. Z.U., diyar kir ku jiyanê ji bo wê sûc dibînin. Li Amedê jina bi navê Z.U. 12 sal berê bi C.U. re zewicî. Hevserê Z.U piştî zewacê 2 meh şûnde li dijî Z.U. dest bi tundî û zextan kir. Z.U. ji ber tundiya hevserê xwe C.U, xwest dest ji hevserê xwe berde, lê ji ber cesaret nekir biryar neda. Piştre xwest dawî li jiyana xwe bîne û ket nava hewldana întîharê. Herî dawî di Cejna Remezanê roja 13'ê Îlona 2016'an de C.U. tevî 3 zarokên xwe û hevsera xwe Z.U çûn mala bavê xwe ya Erxenî. Di ziyareta malbata xezûr de ji ber ku Z.U., silav da tiyê xwe yê ku navbera wî û hevserê wê tune di vegerê de rastî gef û heqareta hevserê xwe C.U. hat. Di vegera male de C.U. li malê dest li mêdana Z.U., kir û îşkence lê kir. C.U. bi kemer û xortûmê li hevsera xwe da û xist halê mirinê. Dema Z.U. xwe ji destkê C.U. rizgar kir û pêxwaz reviya mala bavê xwe, C.U, bi çekan ket şopa wê. Z.U., piştî tundiya C.U, xwe avêt mala cîranan. Cîran li mala bavê wê geriyan û xwestin Z.U. ji destê C.U. rizgar bikin. Dema dayik û bavê Z.U. Avnî T. hat keça xwe bibe, C.U bi çekê êrîşî wan kir û Dayika Z.U. ji çîpa wê ve birindar kir. Bavê Z.U. Avnî T. jî bi çekê bersîv da C.U û di pevçûnê de C.U. li cihê bûyerê jiyanaxwe ji dest da. Piştre Avtî T. keça xwe Z. U. bir malê. Piştî kuştina C.U., bavê Z.U. Avni T. hat girtin. Piştî bûyerê der barê Z.U. de biryara parastinê hat dayîn. Malbata xezûr dest danî ser zarokên Z.U. û Z.U. 80 rojin bêyî zarokên xwe bi tenê mal. Piştî parêzeran serî li dadgehê da û doz qezenc kir, Z.U. zarokên xwe ji malbata xezûrê xwe stend û anî cem xwe û niha li gel zarokên xwe li malê dijî. Z.U. HER ROJ RASTÎ GEFÊN KUŞTINÊ TÊ Hat zanîn ku tiyê Z.U. yê polîs gule dan hevserê wê C.U yê ku çeka bê ruhsat bikar dianî. Z.U.,anî ziman ku ji roja zewicî heta dawî rastî tundiya hevserê xwe hat. Z.U., diyar kir ku 3 salan rastî tundiya hevserê xwe hat û piştî hevserê wê hat kuştin jî niha rastî tundiya malbata xezûrê xwe tê. Z.U. destnîşan kir ku hevserê wê pir ji çekan hez dikir û çeka bê rûhset bikar dianî. Z.U. da zanîn ku guleyên çekê jî ji birayê xwe agno tiyê wê yê polîs temîn dikir û wiha got: "Li ber çavê min tiyê min ê polîs gule xistin cercûra çeka hevserê min. Dema ez bi tirsa bêm kuştin ji mal derdiketim jî li birayê xwe yê polîs digeriya û digot were zarokan bibe ez dê Z. bikujim. Zarokên min hemû bûn şahidê van geşedanan." Z.U., anî ziman ku her roj satî gefên kuştinê tê û herî dawî di 25'ê kanûnê de tiyê wê bi çekan hatine ber deriyê wê û xwestine wê bikujin. Z.U, bilêv kir ku ji ber rageşiya dinavbera wan û xezûrê wê de ewlehiya wê tune. Z.U. da zanîn ku ger wekî jin ew hatibûya kuştin ne kes dihat girtin û ne jî kes dihat darizandin, lê ji ber ku zilam hatiye kuştin bavê wê hatiye girtin u ji tirsa wan nikare tevî zarokên xwe derkve derve û wiha got: "Dema ez zarokên xwe dibim dibistanê di bin gefan de me. Parasvanê min heye, lê hefteyê rojekê li min digere rewşa min dipirse. Wê rojê çûm qereqolê min xwest min bibin malê, lê ji min re got karê me heye tu bi xwe biçe mal. " DOZA BAV ÎRO TÊ DÎTIN Piştî bavê Z.U. Avnî T., C.U. kuşt û hat girtin dê îro rûniştina doza wî li Dadgeha Sulh Ceza ya Amedê bê dîtin.