Dayika kezeb şewitî: Kurek ji can, yek jî ji du çavan bû 2017-01-06 10:40:32 KOBANÊ - Dayika Eyşe Hemed Şêx Mihemed, yek ji dayikên kezeb şewitî yên Kobanê ye. Hema hema her roj diçe ser gora kurê xwe Abdullah û wiha dibêje: “Kurê min te rahişt çeka birayê xwe; lê niha kesê min ê rahêje çeka te nema ye. Temenê min 45 bûna jî min ê çeka te hilgirtana. Lê dîsa jî bila çavê te li pey te nemîne. Keç û xortên ciwan di şopa we de ne.” Destên dayikên Kobanê yên kezeb şewitî, ji zarokên wan yên berxwedêr nabin. Dayik hene, her roj diçin ser gorên zarokên xwe yên berxwedêr û rondikan dibarînin. Hin jiwan mizgîniya serkeftinên rêhevalên zarokên xwe vedibêjin, hin ji wan jî hezkirin û bêrîkirina xwe. Hin dayik birîna dilê xwe bi kevirên sar dikewînin, hin ji wan jî teseliyê di ber dewamiya têkoşînê de dibînin û bi zarokên xwe re vê yekê parve dikin. Dema merasima cangoriyekî çêdibe jî destpêkê yên ku diherikine goristanê dayikên kezeb şewitî ne. Piştî wezîfe û dilsoziya xwe ya bi cangorî re dibêjin jî, her dayikek destên xwe di ser kevirê mezelekî re dibe, weke ku destên xwe di ser serê zaroka xwe re derbas bike. Çîroka her dayikekê tije êş û elem e. Yek ji wan dayikan, Eyşe Hemed Şêx Mihemed a 60 salî ye. 3 kur 4 keçên wê hene. Kurekî dayika Eyşe ji bo azadiya xaka Kobanê cangorî bû ye, yek jî di pevçûnekê de ji her du çavên xwe. Piştî merasima 4 cangorî yên Hemleya 2’yemîn a Xezeba Firatê, dayika Eyşe li ser gorekê rûdinê û rondikan dibarîne. Li ber serê gorê kevirek, bi tîpên erebî li ser ê “Nav: Abdullah Şêx Mihemed. Ji dayik bûn: 1990. Dîrok û cihê şehadetê: 25 Hezîran 2015 Kobanê” dinivîse. Piştî çend wêneyan, min xwe negirt û li kêleka dayika Eyşe rûniştim. Min çîroka vê dayika kezeb şewitî ku çîroka hemû dayikên kezeb şewitiye guhdar kir. Abdullah ji 7 zarokên dayika Eyşe yê herî biçûk e. Dema yek salî ye bavê wî rihmet dike û dayika Eyşe bi tena serê xwe 7 zarokan mezin dike. Herî zêde dilê wê bi zaroka wê ya herî biçûk Abdullah ve ye. Di dema nîzamê de Abdullah diçe leşkeriyê û cihê leşkeriya wî Reqqa ye. Dayik jî radibe mala xwe ya Kobanê difiroşe û ji bo ji Abdullah dûr nekeve li Reqayê bicih dibe. Piştî 2 salan Abdullah tezkere ya xwe distîne û ev car jî malbat koçî Minbicê dike. Dayika Eyşe dibêje ku li vir Abdullah bi keça apêwî re dizewicîne. Piştî şer li Sûriyeyê dest pê dike kurê dayika Eyşe yê mezin Hesen (35) ligel xalê xwe tevlî YPG’ê dibe. Ji ber vê yekê Ceyş-el Hur (OSO) zextan li ser malbatê dike. Dayika Eyşe jî ji neçarî ligel malbata xwe ev car jî ji Minbicê koçî Tirkiyeyê dike. Dema Abdullah li ser xetê (Tirkiye) e keçek jê re çê dibe û navê Hêlîn lê dikin. Dayika Eyşe sedema navê Hêlîn li zarokê dikin wiha dibêje: “Hêlîna me tim xirab kirin. Bi hêviya hêlîna neviyên me xirab ne be me navê Hêlîn li keça Abdullah kir. Lê dijminan dinya li me herimandin.” Abdullah li Bakûr e lê dilê wî bi Kobanê ve ye. Rojekê li wan xeberên ne xêrê, xebereke din a nexêrê zêde dibe. Abdullah pê dihise ku bi rayê wî Hesen di şerê li gundê Cibnê de birîndar bûye. Bi vê birîndariyê re Hesen ji her 2 çavên xwe dibe. Li ser vê yekê Abdullah ji dayika xwe re dibêje ku ew ê çeka bira yê xwe hilgire. Xatir ji dayik, hevjîn û keça xwe Hêlîn dixwaze û vedigere Kobanê. Dayik dibêje ku piştî gundên derdora Kobanê rizgar bûne ew vegeriyane û Abdullah li ber deriyê sînor bi ser bilindî ew pêşwazî kirine. Lê di Komkujiya Kobanê ya 25’ê hezîrana 2015’yan de Abdullah jî tê qetilkirin. Dema Abdullah jiyana xwe ji dest dide hevjîna wî bihemle ye. Piştre Xwedê kurekî dide hevjîna wî û navê bavê xwe Abdullah digire. Niha dayika Eyşe, ligel Hêlîn (3), Abdullah (1) û bûka xwe li kampa Şehîdan dimîne. Dayika ku dema bimin re diaxife dengê wê direile û rondikan dibarîne wiha dibêje: “Ew çû, em jî ji derd û kulan re man. Ma em ê çi bikin. Hema hema her roj ez bi destên neviya xwe Hêlîn digirim û tême ser mezel. Îro jî ji ber Hêlîn nexweş bû ez tenê hatim. Lawê min berxwedan ne hêsan e. Bedel dixwaze. Ka li vê goristanê binihirê, ji her 4 parçeyên Kurdistanê keç û xortên ciwan ji bo vê xakê, xwe feda kirin. Abdullah nehîşt çeka Hesen li erde bimîne. Lê niha kesê min ê çeka Abdullah hilgire tune ye. Ez im û ez jî 60 salî me. Heta tê me ser mezel û diçim emalê mecal dilingên min de namîne. Weleh hema temenê min 45 bûna min ê çeka kurê xwe hilgirtana. Lê ji destên min nayê. Kurê min Hesen jî qet nabîne. Ji bo çavên wî xilas bikin ew birin gelek bijîşkan lê ne mim kun bû.” Dayik dibêje ku ew dizane keç û xortên çeka Abdullah li erdê nehiştine pir in û ji ber vê yekê jî ser bilind e. Abdurrahman Gok - dîhaber