'Em ji Sakîne, Leyla û Fidanê hînî berxwedanê bûn' 2017-01-07 09:21:05 STENBOL - Li ser kuştina sê jinên siyastemedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Doganê 3 sal derbas bûn, lê hîn jî hêrsa jinan netebitiye. Jinên Tirkiyeyê peyama têkoşînê dan û wiha gotin: "Em ji jinên hatin qetilkirin hînî berxwedanê bûn." Di 9'ê çileya 2013'an de li paytexta Fransayê Parîsê 3 jinên kurd; Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Doganê hatin qetilkirin. Piştî 3 salên derbasbûyî jinan wiha peyam da: "Em ê alaya têkoşînê ya hevrêyên me ji mere hiştin, em ê hemû jin bi hev re hilgirin." Hevberdevka Platforma Şêwirmendiyê ya Sosyalîst (SODAP) Saniye Evren got, "Li dijî bindestan polîtîaya bêcezatiyê bi her awayî didome" û anî ziman ku, ji roja bûyer qewimiye heta niha, tu darizandin û cezakirin pêk nehatiye. Evren anî ziman ku, ew îro di rojên faşîzmî re derbas dibin û wiha got: "Li welat û li derve, di navbera serdest û bindestan de şer didome. Têkoşîna jinê jî, her diçe bêtir zexm dibe û bi pêş ve diçe. Dê têkoşîna me dewrî daîm be, nifş bi nifş bidome. Her çiqas dixwazin me bi binçavkirin, girtin û çewisandinan re bitepisînin jî, em nakevin û em ê nekevin. Dixwazin dengê me qut bikin, lê dê bi ser nekevin. Em ê bi ser kevin." ‘HER DER QADA BERXWEDANÊ' Endama Meclîsa Aştiyê Emîne Erbek jî dest nîşan kir ku, divê di serî de jin û dayik bibin dengê cîhanê. Erbek wiha axivî: "3 jinên me li Parîsê qetil kirin, li Tirkiyeyê qetil kirin. Li her derî qetil dikin. Di vî sûcî de tiliya gelek dewletan hebû. Heta niha me tim şermezar kir, lê em dibînin ku bi şermezarkirinê kar naçe serî. Ez wek dayikekê û jinekê, em ê li her qadê berxwedanê zexm bikin. Li derve, kuçeyan, kar, malê... her der ji bo me qada berxwedanê ye. Em vê ji jinên me yî hatin qetilkirin hîn bûn, em soza vê didin." ‘EM ŞOPDARÊ DOZÊ NE' Endama Meclîsê ya HDP'ê Gulsum Agaoglû jî diyar kir ku, dê 9'ê çileya 2013'an her wek rojeke reş bê bîra mirovan. Agaoglû wiha got: "3 jinên ku doza azadiyê dikirin hatin qetilkirin. Tirkiye aşînayê qetlîamên wiha ye û aşînayê sernixumandina bûyerên wiha û parastina tetikêşan e. Lê em ê jin şopdraê vê dozê bin." ‘EM JI WAN JINAN HÎNÎ GELEK TIŞTAN BÛN' Agaoglû balê kiand ser mirina kiryarê bûyerê Omer Guney û wiha axivî: "Nêzî 2 meh berê tekane kiryarê dozê Omer Guney mir. Di girtîgehê de bû, gelek caran hat gotin ki pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene û divê mudaxile bê kirin. Em dizanin di vê de roleke mezin a MÎT'ê heye. A rast hîn di wan rojan de diyar bû, em rastî van rojan bên. Em soz didin em ê her di rêça wan de bin. Em ji wan jinan hînî gelek tiştan bûn. Dewletê jî fêm kir ku em wisa bi bi rihetî neyên tepisandin."