'Bi pêşengiya wan têkoşîn li her derêbelav bû' 2017-01-08 14:48:40 AMED - Hevseroka DBP'ê ya Amedê Rûken Acar di merasîma bîranînê ku ji aliyê TJA'yê ve ji bo 3 siyasetmedarên jin ên li Parîs û Sîlopiyê hatin qetilkirin, hat lidarxistin de axivî û wiha got: "Bi pêşengiya wan têkoşîn li çar aliyan belav bû." Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo siyasetmedarên jin ên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên li Sîlopiyê û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin li avahiya DBP'ê ya Rezan merasîma bîranînê hate lidarxistin. Hevseroka DBP'ê ya Amedê Rûken Acar, jinên DBP'î û HDP'î, MEYADER, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî merasîmê bûn. Wêneyên jinên ku hatin qetilkirin li salonê hatin daliqandin. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. 'EM Ê BIBIN ŞOPDARÊN WAN' Hevseroka DBP'ê ya Rezan Arzu Karaman ewil axivî û bal kişand li ser têkoşînan jinên kurd û wiha axivî: "Îro Sakîne Cansiz û jinên siyasetmedar ên din hatin qetilkirin lê bi milyonan têkoşerên jin afirandin. Sakîne Cansiz li girtigehê feraseta dewletê derxist holêb Em ê her tim bibin şopdaren wan." 'EM XWE DEYNDARÎ WAN HÎS BIKIN' Piştre Hevseroka DBP'ê ya Amedê Rûken Acar axivî û anî ziman ku jinên kurd ên ku hatin qetilkirin pêşengên têkoşîna kurd in û wiha axivî: "Bi pêşengiya wan ev têkoşîn li her derê belav bû. Jinên kurd bûn berdewamkarên têkoşînê. Ew ê di têkoşîna me de bijîn. Em wekî jin li hemberî wan xwe her tim deyndar hîs bikin." Piştî axaftinan li ser jiyana siyasetmedarên jin ên hatilkirin sînevîzyon hate pêşandan. Piştî sînevîzyonên bername bi çepikan bi dawî bû.