Platforma Jinan: Dijberî destdirêjiya mêr em li her derê ne 2017-01-08 15:44:53 ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê li dijî destdirêjiya mêr a di otopusên gel de pêk hat, bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew li dijî destdirêjiya mêr li her derê ne. Platformê diyar kir ku ew dê li her derê têkoşîna xwe mezintir bikin. Platforma Jinan a Enqereyê li dijî destdirêjiya mêr a di otopusên gel de pêk hat li Kolana Yukselê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan, pankarta “Li dijî tacîz, tecawiz û tundiya mêr jin li kolan û otobusê li her derê ne" vekir. Jinan di çalakiyê de bê navber siloganên “Bijî şewirmendiya Jinan" û “Em bi şevê jî kolanan terk nakin" berz kirin. Li ser navê Platforma Jinan a Enqereyê Sevinç Koçak daxuyanî da û diyar kir ku êdî ev welat bûye welatê OHAL û KHK'yan û wiha got: "Li derve û hundir polîtîkayên şer serest in. Pêkanînên dijdemokratîk dixin meriyetê. Welat bûye welatê ku feraseta mêr a mafên mirovan binpê dike û şer pêş dixe. Li Tirkiye jin ji ber şort li xwe dike û li otobusan suyar tê rastî tundiyê tê. Ji ber ku em dibêjin aştî, wekhevî û azadî û laîklikê em rastî tundiyê tên. Em tên binçavkirin û girtin." Koçak, destnîşan kir ku ewlehiya wan tune û ew otobus û kolanên ku ewlehiya wan lê heye dixwazin. Koçak, bilêv kir ku jin bi van êrîşan bêdeng nabin û dê bêtir têkoşîna xwe mezintir bikin.