KCD: Li pişt her sûîqastê dewlet heye 2017-01-09 09:46:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî salvegera kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar daxuyanî da û diyar kir ku li pişt her sûîkast û kujerê cînayetan dewlet heye û kujerê Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî dewlet bi xwe ye. Komîsyona Jinan a KCD'ê destnîşan kirin ku ew soza domandina têkoşîna wan didin. Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 9'ê çile roja salvegera 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin kuştin daxuyanî dan çapemeniyê. Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku rejîma faşîst a 12'ê Îlonê êrîşên li ser sazî û kesên çepgir, sosyalîst, rewşenbîr û demokrat dabû destpêkirin li zindanan bi awayekî hovane meşand û wiha got: "Sakîne Cansiz yek ji avakara têkoşîna jinên kurd e, bi sekna xwe ya şoreşgerî li hemberî hovîtiya Zindana Amedê li ber xwe da, di 9'ê çileya 2013'an de bi Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez re li Parîsê hatin qetilkirin. Em her sê têkoşerên jin di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev suîqesta ku di pêvajoya muzakereya bi dewlet û hikûmeta tirk re pêk hat de, nêzîkatiya dewlet û dewletan a li hemberi têkoşîna mafdarî ya gelê kurd raxist ber çavan." KUJER DEWLET BI XWE YE Komisyona Jinan a KCD'ê xwest bê zanîn ku her suîqest, yanî cînayetên pêk hatine kujerên wan diyar in û wiha berdewam kir: "Ew jî dewlet bi xwe ne. Dîsa divê were zanîn ku tu kujerên suîqest-cînayetên siyasî nehatine dîtin. Kuştina ev tetîkêş ji parastina dewletên "desteser" pêvtir nayê tu wateyeke din. Pergala cîhanê ku di vê konjonktora siyasî de di nava qeyranekê de ye, di navbera saziyên hegemonîk ên dewletparêz li ser neteweyane û netewe-dewlet ên statukoparêz de şerê desthilatdariyê heye. Di ev şerê parvekirinê de wekî her car di serî jin, zarok, gel û civak berdêla giran dide. Ji ber vê yekê ev qeyran-gengeşiya heyî ne nû ye. Ev pergala dewletparêzî ya baviksalarî ya 5 hezar sal in li ser bingeha desteserkirina civakbûna bi destê jinê ya li ser hevkarî, dad, azadî û parvekirinê hatiye avabûye. Ev pergal hem sedema "çanda tecawizê" û hem jî encama vê yekê ye." ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ WATEYA TÊKÇÛNA PERGALA MOTERNÎTEYA KAPÎTALÎST E KCD'ê di dirêjahiya daxuyaniyê de anî ziman ku şerê 3'yemîn a parvekirina cîhanê di cewhera xwe de li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşketiye, di heman demê de tê wateya têkçûna ev pergala modernîteya kapîtalist a 5 hezar sale li ser desthilatdarî-dewletbûnê, zayendîparêzî û nîjadperestiyê avabûye. KCD'ê wiha berdewam kir: "Israra civakbûnê ya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn a li hemberî modernîteya kapîtalist, rola sereke ya jinên kurd a di civakbûn û bi parastina nirxên çandî re pêşxistina têkoşîna çandî û rêxistinkirina civaka exlaqî-polîtîk radixe ber çavan. Pêşketinên di têkoşîna dad, wekhevî û azadiya jinan de derketiye holê de tê dîtin ku sedsala 21'emîn wê bibe sedsala jinan. Her wiha wê bibe serkeftina hemû gelên cîhanê yên li derveyî dewletê mane." SAKÎNE CANSIZ LI HEMBERÎ DESTHILATDARIYA MÊR TÊKOŞIYA KCD'ê bibîrxist ku mirov dikare bi hêsanî bibêje ku Sakîne Cansiz (Sara) yek ji pêşenga têkoşîna azadiya kurd a ku jiyana xwe ya şoreşgerî gengeşiya hezar salan a nasnameya jinan û neteweyan derxistiye holê, li hemberî pergala desthilatdar a zilam têkoşiyaye û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Ji ber vê yekê bi 2 rêhevalên xwe re li Parîsa ku yek ji navenda hegemonyaya kapîtalîzmê ye hatin qetilkirin. Di serê sedsala 2'yemîn de, di meha çileyê de 2 şoreşgerên pêşengên jinan li Ewropayê hatin qetilkirin; Roza Luksemburg û Sakîne Canasiz! Bi van komkujiyan derket holê ku; pirsgirêka jinan û têkoşîna wan a dîrokî di aliyê civakî de pirsgirêka cîhanê ye û têkoşîneke bêwestan, rêxistînî re; divê têkoşîna li hemberî hêzên hegemonîk, netewe-dewletparêz, monist û baviksalarî bênavber bidome. Ji Rozayan heta Sarayan; wextê ku mirov her du suîqest-komkujî di aliyê dem-cîh û tevgavbûna modernîteyê tîne ber hev, wê were dîtin ku ji bo pêşketina enternasyonaliya jinên cîhanê û gîhandina hemû jinan a tu sînoran nas nakin di demeke kurt divê de pêk were. Li ser vê bingehê bi hêviya ku jinên kurd di serî de yekîtiya xwe ya neteweyî avabikin û rola ku hemû jinan bigihînin hev bilîzin. Di şexsê Sakîne Cansiz de hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û soza domandina têkoşîna wan didin.