Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn 2017-01-09 13:54:47 DERSIM - Jina şoreşger a kurd Sakîne Cansiz ku li Parîsê hat qetilkirin li Dersimê li ser gora xwe hat bibîranîn. Ji bo yek ji jinên şeroşger ên di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê hat qetilkirin Sakîne Cansiz (Sara) li Dersimê li ser gora wê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Gelek jinên hatin ser gora li Goristana Şaredariyê deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê dirûşmeya “Heval Sara bêmirine” berzkirin. Jinên li ser gora Cansiz find pêxistin qerenfîl danîn ser gorê. Piştî bîranîne di ketina goristanê li noqteya Sutluce polîsan kontrola nasnameyan kir û welatî li bin berfê hatin hiştin. Piştî kontrolê destûr hat dayîn ku kom bikeve hundir. JI KCD’Ê DAXUYANÎ Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di salvegera komkujiya Parîse de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin ragihandin: “Di dema suîqast pêk hat de pêvajoyek krîtîk dihat jiyîn. Ev suîqasta hat jiyîn, nêzîkbûna dewlet û dewletan a ji bo têkoşîna gelê kurd jî derxist holê. Divê bê zanîn ku kiryarên suîqast û cînayetên siyasî diyarin. Dewlet berpirsyarin. Divê bê zanîn ku kiryarên tu cînayetên siyasî-suîqast ne hatine dîtin. Kuştina qatil jî ji ber dewletê ne parastiye pêk hatiye. Di destpêka van herdu sedsalan de di meha Çileyê de li Ewropayê ku jinên şoreşger ên pêşeng hatin qetilkirin; Roza Luksemburg û Sakîne Cansiz! Ev qetlîam nîşan didin ku; têkoşîn û pirsgirêka jinan ji aliyê dîrokî û civakî ve pirsgirêka cîhanê ye, tenê dikare bi têkoşîna hevpar ev bê şikandin. Ji Rozayê heta Sarayê; her du suîqast-qetlîam dema di çarçoveya dem-cih û têkçunên modernîteyê de tê hizirîn, divê enternasyonalîzma jinan a cîhanî bê berfirehkirin û hevdîtinên jinan ên sînoran derbas dikin derdikeve holê.”