Jina di otobusê de rastî êrîşê hat: Dixwazim êrîşkar bê cezakirin 2017-01-11 13:10:53 ENQERE - Jina bi navê S. a li Navçeya Etîmesgutê di otobusê de rastî êrîşa zayendî ya ajokarê otobusê hat diyar kir ku wê maşîneyên civakî ewle dizanî, lê ne wisa ye. S. anî ziman ku pir bi hêrs e û xwest ajokar bê cezakirin. S. destnîşan kir ku li Tirkiye bûyerê wisa pir zêde ne û ditirse ku wê bikuje. Di 4'ê Çile de li Navçeya Etimesgutê ya Enqereyê ajokarê otobusa civakî li dijî jina bi navê S. êrîşa zayendî pêk anîbû. S. serpêhatiyên xwe bi Nivîskara Hurriyetê Ayşe Arman re parve kir. S., anî ziman ku wê rojê hewa sar bû û jêra sifirê 11 pîle bû û xwest li otobusê suyarê û wiha got: "Ez mamosteyê îngîlîzî me. Wê rojê hata saet 22.30'an vegeriyam malê. Ji ber hewa sar bû ez nemeşiyam û li otobusê suyar bûm. Otobus li rawestgeha ku ez lê daketima ranewestiya. Pişti ajokar otobus sekinand xwe avêt sutuyê min û êrîşa zayendî pêk anî. Min xwe avêt dexlê wî û min got ez vê yekê ji tu kesî re nabêjim. Piştî vê yekê ajokar ez serbest berdam. Piştî ez serbest hatim berdan mala ewil hat pêş min ez çûm wir û min agahî da polîsan. Min maşîneyên civakî bi ewle dizanî. Ez ji xwe pir aciz im. Xwezî ez li taksiyê suyar bûma." S.,ani ziman ku ew pir êşê dijî û wiha got: "Min wê demê xwest bimirim. Xwezî xwezî bimirama. Hişê min tev li hev e. Piştî vê yekê her dem digirîm. Pir xemgîn im. Pir bi hêrs im. Wekî kusûra min hebe şerm dikim. Gelek kes piştgiriyê didin min. Parêzerê min her dem bi min re ye. Nêzî 24 li pişt min e. Hemû saziyên jinan piştgiriyê didin min. Lê dîsa ez xwe bi tenê hîs dikim. Ez xwe pir xerab hîs dikim. EZ DIXWAZIM BÊ CEZAKIRIN S. da zanîn ku ajokarê otobusê derewan dike û dibêje "Bi riza wê bû" û wiha got: "Tişta ku ez tenê dixwazim ajokarê êrîşkar bê cezakirin. Ez dixwazim cezakirina wî bibînim. Tişta ku wî kir pir qirêj bû. Mirov li mirovan tiştê wisa nake. Divê wisa serbest nejî. Ez ji ber derewê wî dîn dibim. Hem li hemberî mirovan tiştê qirêj û bê ehleq dike hem jî derewên qirêj dike. Ser û porê min dev û ruyê min tev perişan kiribû. Çawa dibe ku ez bi riza xwe bikim? Ne pekên e. Ez bi fikarim ku neyê ceza kirin. Em tev dizanin ku tiştên bi vî rengî li vî welatî gğelek zêde ne. Dê were min bibîne û min bikuje. Karê nêvî maye dê xelas bike. Ma ez dê bi vê tirsê bijîm?."!