Ji jinan re semînera ‘îxmal û îstîsmara zayendî ya zarokan’ hat dayîn 2017-01-11 16:10:33 WAN - Li Muradiyê ji bo jinan semînera ‘îxmal û îstîsmara zayendî ya zarokan’ hat lidarxistin. Li navçeya Muradiya Wanê ji bo jinan semînera ‘îxmal û îstîsmara zayendî ya zarokan’ hat lidarxistin. Di Semînera ku li Klînîka Tendirûsitiyê ya Şaredariyê hat dayîn de Hevşaredar Safure Guneş û gelek jin amade bûn. Guneş beriya semînerê axaftinek kurd kir û diyar kir ku li dijî îstîsmara zayendî ya zarokan şaredarî xebatan dide meşandin. Piştre Midûra Polîtîkayên Jinê ya Şaredariyê Berîvan Kiliçaslan da zanîn ku ji bo ew bikaribin zarokên xwe ji îstîsmara zayendî bi parêzin divê destpêkê di zayendiyek bi tendirûst de xwedî zanîn bin û eiha got: “Armanca me ewe ku em destdana rast û ya şaş ji hev cuda bikin û bihêlin ku zarok vê bi rihetî bi malbatên xwe re parve bikin.” Di dawiya semînerê de jinan derbarê mijarê de kurte filmek temaşekirin.