'Dibe ji kar bavêjin, li nikarin xebatên me yên jinan rawestînin' 2017-01-15 09:06:34 AMED – Li Çinara Amedê, Navenda Jinê ya Jinwarê ya di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariyê de xebat dimeşand, hemû xebatkarên wê bi hinceta "Lîsteya xebatkarên di sala 2017'an de vîzeya wan guncan nayê dîtin" ji aliyê Qaymeqamê Çinarê ve ji kar hatin derxistin û li ser vê jinan bertek nîşan da. Jin wiha axivî: "Dikarin me ji kar derbixin, lê qethiyen nikarin xebatên me yên jinan rawestînin." Ji 11 şaredariyên DBP'î yên rayeya wan ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye destserkirin, yek jê jî Şaredariya Çinarê ye. Di vê çarçoveyê de, bi biryara qaymeqamê navçeyê 37 karker ji kar hatin derxistin. Ji van xebatkaran 5 jê xebatkarên Navenda Jinê ya Jinwarê ne ku di bin Gerînendetiya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariyê de fealiyetên xwe dimeşandin. Her wiha Gerînendeya Polîtîkayên Jinê Halide Turkoglu jî bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) a di 22'yê Mijdara 2016'an de hat derxistin hatibû îxrackirin. Ji xebatkarên Navenda Jinê ya Jinwarê Civaknas Umran Nar, Alikar Zirek, Remziye Duran, Seval Akta û Meşide Boylu ji aliyê Qaymeqamê Çinarê ve bi hinceta "Lîsteya xebatkarên di sala 2017'an de vîzeya wan guncan nayê dîtin" ji kar hatin derxistin. Piştî derxistina jinan, tu xebatkarên Navenda Jinê ya Jinwarê neman. Jinan li dijî vê bertek nîşan da û got, ew ê ji niha û pê ve bi beşdarbûyîneke zeximtir bitêkoşin û têkoşîna jinê tenê ji saziyan pêk nayê. 'ARAMNCA JINAN MEHKÛMÎ MALÊ BIKIN' Hevşaredara Şaredariya Çinarê Rukiye Eryilmaz got, armanca derxistina ji kar a xebatkarên Navenda Jinê ya Jinwarê ew e ku jinan mehkûmî nava çar dîwaran bikin, muhtacî mêran bikin û anî ziman ku, ew ê vê ferzkirinê qethiyen qebûl nekin. BI DERXISTINA JI KAR RE DÊ XEBATÊN ME YÊN JINAN RANEWESTIN Eryilmaz got, dema jinên dadikevin qadê û xebatên xwe dimeşînin gelek caran rastî tacîza polîsan tên û anî ziman ku, çend roj berê polîs hatiye ber saziyê û bi awayekî kêfî venêrîna nasnameyên hevalên li hundur kirine. Eryilmaz diyar kir ku, derxistina ji kar a jinan bi aboriyê tê tehdîtkirin û wiha domand: "Bi awayekî neheqî derxistina ji kar a jinan zilm e, em ê li hemberî vê zilmê çokan daneynin. Bivênevêya me xebatên jina ne. Bîrbiriya jinê ye. Dibe em ji kar bên dûrxistin, lê em ê li ser asasekî dildarî xebatên xwe bimeşînin. Em ê di her şert û mercî de bitêkoşin. Tirsa wan ew e ku heke jin bizanibe, dê civak jî bizanibe. Em vê feraseta mêrî red dikin. Em ê jina û pê ve jî li her malê, li her kuçeyê bin." JI XEBATÊN ME YÊN JINAN NERIHET BÛN Halide Turkoglu ya bi KHK'ê ji karê xwe yê li Gerînendetiya Polîtîkayên Jinê bû wiha got: "Li Çinarê, wek jinan me ji tunebûnê hebûn afirand. Bi têkoşîna li hemberî feraseta mêrî ya serdest em niha xwedî parkeke jinan a xwemal in. bi salan me xwe gihand gelek jinan. Me şêwirmendiya gelek pirsgirêkên jinan kir û em ji pirsgirêkan re bûn çareser. Me ev xistin rojev aÇinarê. Em saziyeke ku çareseriyê bi pêş dixin. Her wiha me berpirisiyariya her kesî bi bîra wan xist û em bi nêzîkatiyeke ku berpirisyariyî nêz bûn. di nav xebateke ewqas mezin de, tevgera jinê hêzdar bû." ‘JIN NE BÊ ALTERNATÎF IN' Turkoglu wiha domand: "Heke di ser şideta aboriyê re difikirin ku ew dê jinan terbiye dikin, xwe dixapînin. gelek destkeftiyên me çêbûn. Ji bo me teslîmiyet qethiyen nayê qebûlkirin. Çi qeyûm, çi qeyûmên fiîlî, çi derxistina ji karan, çi girtin li hemberî vana qethiyen em ji têkoşîna xwe bi paş ve gav navêjin. Li Çinarê têkoşîna me xw eda der. Em ê destkeftiyên xwe teslîmî dewleta mêrî nekin. Tevî jinê civak hedef hatiye girtin. Ji bo berxwedana civakî bitepisînin êrîşî jinan dikin. Têkoşîna me ya jinê li cîhanê têkoşîneke mnak e. Çawa ku aqlê dewletê berê xelitî, dê niha jî wisa bibe. Li Çinarê qadên me yên Alternatîf hene û li Çinarê tu jin ne bi tenê ne." KARÊ EWIL RAWESTANDINA XEBATÊN JINAN BÛ Civaknas Umran Nar a li Navenda Jinê ya Jinwarê dixebitî û dawî li karê wê hat anîn wiha got: "Me tenê ne li saziyê, li her derî xebatên xwe meşandin û em ê her tim li qadan bin. Hîn qeyûm nehatiye, karê wê yî ewilîn gerînendeya me ya polîtîkayên jinan ji kar wergirt. Niha jî dawî li karê hemû hevalên me yên xebatkar ên li Navenda Jinê ya JInwarê anîn. Li dijî xebatên jinan çewisandin û êrîşeke cidî heye. Feraseta serdest a mêrî, dît li gel hemû çewsandinan jî nikare asteng bike, vê carê dawî li karê me anî." ‘KOMELEYA ME JI BO JINAN BÛ ÇAVKANIYA HÊVIYÊ' Nar got, dema jin rastî şidetê hatin divê zanibin ew ne bi tenê ne û anî ziman ku, wan li gel hemû jinên rastî mualeyên kirêt, şidetê dihatin cih girtiye û ew ê ji niha û şûn ve jî cih bigirin. Nar wiha got: "Me di warê zayendiya civakiyî, bîrbiriya li dijî zewaca di temenên biçûk de, berdêl, îstismariya zarokan, tenduristiya jinê û hwd. xebat kirin. Komeleya me ji bo jinan bû çavkaniyeke hêviyê. Mekanîzmayeke ku jin serî lê bidin heye. Me xebatên xwe ne tenê li komeleyê li her derî meşandin. Em ê her li qadan bin." ‘EM Ê SAZIYAN VALA NEHÊLIN' Pispora Pêşveçûyîna Zarokan Remziye Duran diyar kir ku, ew 4 salan li Navenda Jinê ya Jinwarê xebitiye û wiha got: "Têkildarî dawîlêanîna karê me teblîx şandin, lê em ê xebatên xwe bidomînin. Em bi xebatên jinan bi fedakarî dikin. Feraseta serdest a mêrî dixwaze me bi nanê me terbiye bike. Em hêla madî ya vî karî datînin aliyekî, ji xwe em vî karî bi dildariyî dikin û em ê her bikin jî. Ew dibêjin me ev ji kar derxistin, wê dev ji vir berdin, lê em vê ji bo nasnameya xw eya jinî dikin. Em ê saziya xwe vala nehêlin." EM Ê NESEKININ... Kubra Ozturk a bi dildariyî li Navenda Jinê ya Jinwarê dimîne wiha got: "Derxistina ji akr a xebatkaran nayê qebûlkirin. Hebûna vir baweriyê dide me. Bi dildariyî beşdarî xebatan dibim û em ê niha bêtir bixebitin. Em li benda rewşeke wisa bûn, çimkî tim bi ser jinê de tên. Dibe ku sazî hatibe girtin, lê em ê nesekinin."