Qeyuma Şaredariya Şirnex navendên jinê û çandê kir hedef 2017-01-15 08:19:55 ŞIRNEX - Qeyuma Şaredariya Şirnexê Tûran Bedîrhanoglu sereke Miduriyeta Jinê û Navenda Şewirmendiya Jinê ya Zahîde girt. Qeyuma ku hemû xebatkarên Miduriyeta Plansaziyê jî ji kar avêt, Navenda Çanda Cudî ji girt. Di 5’ê Mijdara 2016’an de Wezareta Karên Hundir li şûna Hevşaredara Şirnexê Serhat Kadirhan aligirê Waliyê Şirnexê Tûran Bedîrhanoglu wekî qeyum tayîn kir. Şaredariya Bajarê Mezin a Antalya Menderes Turel jî werî şewirmendiya qeyumê tayîn kir. Qeyuma şaredariya Şirnexê û yê şewirmedê wî ewil dest bi avêtina karkeran û pêşîlêgirtina xebatên jinê kir. MIDURIYETA JINÊ HAT GIRTIN Qeyum sereke Miduriyeta Jinê ya şaredariyê girt û xebatkarê miduriyetê sosyolog Ayfer Şahîn ji kar derxist. Qeyuma ku Navenda Şewirmendiya Jinê ya Zahîde jî girt hemû xebatkarên jin lijneyên din bi cîh kir. Navenda Çanda Cudî ku kar û xebatên çandê dimeşand jî hat girtin û xebatkarên çandê jî derbasê lijneyên wekî Karên Avê û Zabitayê kirin. XEBATKARA JIN QEYUM RED KIR Bajarê ku 7 taxên wî dema qedexeya derketina 246 rojan de hatî wêrankirin, hemû xebatkarên Miduriyeta Plansaziyê jî ji kar hatin derxistin. Piştî ku qeyum hat avêtin yek xebatkarê jin ya Miduriyeta Plansaziyê bi qeyumê re nexebitî û îstîfaya xwe da.