Rêxistina Jinan a PYD'ê 1'emîn Kongreya li Swêdê pêk anî 2017-01-15 16:16:53 NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Jinan a PYD'ê ya li Swêdê bi dirûşmeya ¨Bi Pêşengtiya jina azad wê netewa demokratîk ava bibe¨ 1'emîn kongreya xwe li dar xist. Rêxistina Jinan a PYD'ê ya li Swêdê 1'emîn kongreya xwe li dar xist. Kongre ji bo kesên di têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Kongre li bajarê Vesteras ya Swêdê pêk hat. Beşdarên Kongreyê bi cilên Kurdî beşdarî Kongreyê bûn. Bi dehan jinên ku ji gelek bajarên cuda yên Swêdê hatibûn, li ser berfirehkirina kar û xebatên xwe yên li Ewrûpayê nirxandin kirin. Hemû jinên ji Rojava ku di bin siya Kongreya Star de cihê xwe di Kongreyê de digrin, ewil peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo tevahî jinan, peyama Kongreya Star, peyama Mekteba PYD'ê û herî dawî jî rapora xebata salane hat xwendin xwendin. Piştî peyam û xwendina raporê, Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah bi riya telefonê peyama xwe ji bo yekemîn Kongreya Jinan got. XWE DI BIN RAMANA OCALAN DE BI RÊXISTIN DIKIN Li ser navê jinan Zozan Dêrik axaftinek kir. Zozan bi giranî li ser girîngiya rêxistinbûyîna jinan a li Ewrûpayê axivî û got: ¨Ez weke jinek bi amadebûna ewqas jinan li dor hev kêf xweşim, ev yek bi serê xwe hêzek pir mezin dide me. Erk û rola jina kurd di civaka Kurdistanê de êdî zelal bûye. Ev yek li ber çavê hemû cîhanê ye. Em jinên kurd li ku dera cîhanê dibin bila bibin, lazime em di ferqa hêza xwe de bin." Zozan da zanîn ku çavkaniya hêza wan a jinan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û xwe di bin felsefe û ramanên Ocalan de bi rêxistin dikin. Zozan anî ziman ku ger îro dikarin weke jin hebûna hêza xwe ji cîhanê re biselimînin, deyndarê Oclana in bi saya nirxên ku Ocalan daye wan, xwe gihandiye îro." 'JI HER DEMÊ BÊTIR PÊDIVIYA ME BI RÊXISTINBÛNÊ HEYE' Zozan, di berdewamiya axaftina xwe de girîngiya rêxistinbûyînê wiha vegot: ¨Îro ji her demê bêtir pêwîstiya me bi rêxistinbûyînê heye, ji ber ku ji her demê zêdetir îhtîmalên komkujî û êrîşên tund li ser gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê çêbibin hene. Roj bi roj leyîstok û bazariyên qirêj ên dijmin û hin layenên neyar berdewam dikin û didomin. Gelek derdor dibêjin ku PKK û PYD'ê yekin. Gava dijmin vê yekê dibêjin, em fam dikin. Lê gava hin derdor vê gotinê dikin, bila ji xwe şerim bikin. Ev leyîstokin, ev gotinên dijminên me ne." Zozan xwest hemû derdorên xwediyê wan gotinan bizanibin ku wê tu kes nikaribe wan ji Ocalan veqetîne û wiha berdewam kir: "Yên ku herî zêde di şer de trajediya giran hat serê wan, jin û zarok bi xwe bûn. Em jin avakerên civaka demokratîk in, eger pêşengek rasteqîn ya jiyana azad hebe jî, em jin bi xwe ne. Ji ber ku em jin in, em dayîkin û em civak in. Heta ku yek jin û yek dayîka me hebe, em ê vê tekoşînê bimeşînin. Ji ber ku em dibêjin îro jin pêşenga şoreşê ye. Ji bo ku jin ji rêxistinbûyînê dûr bikeve, dijminên me di her warî de êrîşên qirêj hem bi şêwazên psîkolojîk hem jî bi şêwazên fîzîkî êrîşî jinan dikin. Li her derê dijmin ji rêxistinbûyîna jinan ditirsin. Zozan bilêv kir ku bila tu kes nebêjin 'Ma êdî em li Ewrûpayê ne, ji welat dûrin û nikarin tiştekî bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ¨Bila ji bîr nekin ku bi saya alîkarî û piştgîriya gelê me yê li Ewrûpayê, îro welatê me tê avakirin, bi serhildan û xwepêşandanên pişgiriya gelê me yê li cîhanê belavbûyî ye, cîhan bi şoreşa Rojava û bi berxwedaniya Kobanê hesiya.¨ Yekemîn Kongreya ku ji danê sibehê heta saetên ber bi danê êvarê ve domand, gelek nîqaş û nirxandinên jinan li ser rewşa jinan a li Ewrûpayê hatin kirin. Di dawiya kongreyê de ji bo xebatên her bajarî Komîteya Jinan hatin avakirin. Endam û nûnerên xebatên jinan yên tevahî bajarên Swêdê derketin pêşberî beşdarvanan û piştî sozdayînê bi avêtina dirûşmeyên ¨Jin jiyan azadî, Bijî serok apo û Bijî şoreşa Rojava¨ Kongre bi dawî bû. Di rojên pêş de jî wê li gelek bajarên dîtir civîn û komcivînên jinan di bin sîwana yekemîn Kongreya Jinan a PYD'ê li welatê Swêdê werin lidarxistin.