Jinên hatin îxraçkirin: Têkoşîna me didome 2017-01-16 09:13:57 ENQERE - Kedkarên jin ên endamên BES’ê yên hatine îxraçkirin diyar kirin ku ew ê dîsa vegerin qadên ku aîdî wanin û wiha gotin: “Em li malê narûnin têkoşîn didome.” Bi biyarnameyên KHK’ê yên ku di OHAL’ê de hatin derxistin 331 kedkarên endamên Buroya Sendîkaya Kedkaran (BES) ji peywira xwe hatin durxistin. Ji kedkarên hatine derxistin 69 jê kedkarên jinin. Endama BES’ê Fatma Bora Koçaş, ku li Daîreya Bac Segmenan a Enqereyê dixebite diyar kir ku ji sala 1998’an were dixebite, bi biryarnameya KHK’ê ya hejmar 672 û di 22’ê Mijdarê de ji kar hatiye derxistin. Koçaş, da zanîn ku ji dema dest bi kar kiriye heta niha di sendîkayan de kar kirye û wiha got: “Em bi programek ji bo bêdeng kirin û çewisandina muxalifan hatiye amadekirin re rû bi rû ne. Divê kedkarên cemaweriyê ji bo ewlehiya ka xeta têkoşînê ava bikin.” 'EM Ê BI HEV RE XETA TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’ Koçaş, anî ziman ku salên dawî di sendîkaya wan de têkoşîn û polîtîkayên jinê derketiye pêş û wiha pêde çû: “Em ê piştevaniya xwe ya bi jinan re bidomînin. Îktîdar bi girtina qadên kedê ji destê me nikare jinan biçewisîne. Em wekî jin dê bi hev re xeta têkoşînê mezin bikin.” 'ÎKTÎDAR PEYAMA ‘TU JINÎ LI MALÊ RÛNE’ DIDE’ Nuray Kahraman ku ji sala 2008’an were li Navenda Xizmetên Îş Kurê dixebite bal kişand ser polîtîkayên zextê yên îktîdarê yên li ser jinan û wiha doman: “Bi salane îktîdar li dijî jinan polîtîkaya ‘Tu jinî li malê rûne xizmeta zarok û hevjînê xwe bike’ dide meşandin. Em jî ji kar derxistin û ev peyam da. Lê şûna em li malê runin em ê têkoşînê bidomînin. Em ji ber nasnamey û zimanê xwe ji kar tên derxistin û piştre jî dewlet kesên wekî wan dihizirin li şûna me bicih dikin. Wê demê tenê tişteke bê kirin heye ew jî domandina têkoşîna rewa ye. Em hatine îxraçkirin lê hêjî hêviya me heye.” 'KESK HEDEF TÊ GIRTIN’ Dîlan Yakut jî ji sala 1990’an ve kedkarê cemaweriyê ye. Yakut, ku bi KHK’yên dawî hat îxraçkirin da xuyakirin ku hevalên wan tên girtin, ji kar tên dûrxistin û wiha axivî: “Îktîdar KESK’ê hedef digire. Ez bi navê kedkarên jin ên hatine îxraçkirin re dibêjim, em ê çong ne deynin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li hemû qadan dengê xwe bidin bihîstin. Niha pergalek awarte tê meşandin lê dê ve rewşa awarte bi dawî bibe. Ev qad qadên me ne. Heta em vegerin qadên xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin û mezintir bikin.”