Ji Hevparên TJA’yê yên Êlihê ji bo Ocalan daxuyanî 2017-01-17 16:14:54 ÊLIH - Hevparên TJA’yê yên Êlihê, diyar kirin ku agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wan dixe nava fikaran û wiha gotin: “Ocalan, li dijî zîhniyeta zilam a qirêj di têkoşîna jinan de rêhevaltî ji jinan re kir.” Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Êlihê, derbarê rewşa tendirûstî û agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li navenda rêxistina DBP’ê civînek çapemeniyê li darxistin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rêveberêb HDP û DBP’ê û gelek jin tevlî civînê bûn. Hevseroka DBP’ê ya bajar nurten Uzumcu, diyar kir ku ew pêvajoya zextan a bi OHAL’ê re destpê kir wekî “şerê navxweyî” dibînin û wiha got: “Zextên li ser Ocalan destpêka kaosê ye û bi dawîbûna aştiya civakî ye. Polîtîkayên îktîdarê yên ji bo tunekirin û bêvînkirina jinên kurd didome. Em bûn şahidê jinên ku li pêş çave hemû civakê hatin derpkirin, bi erdê re kaş kirin û binçavkirin. Jinan her zêde li dijî dewleta baviksalarî li ber xwe da û têkoşîn dan meşandin ev heqîqeteke. Jinên kurd bi têkoşîna azadiyê ji vê zîhniyetê destpê kir û nêzîkatiyek nû afirand. Ev bi felsefeya birêz Abdullah Ocalan û lênêrîna îdolojiya jinê afirand. Ocalan piştevanî herî mezin ê jinane, li dijî zîhniyeta zilamê dewletê yê qirêj di têkoşîna jinan de bû rêhevalê jinan.”