Jin dê li dijî Qanûna Bingehîn kampanyaya 'Na'yê bimeşînin 2017-01-20 09:11:07 AMED - Jinan balê kişand ser guherandina Qanûna Bingehîn û dest nîaşn kirin ku, ev pakêta guherandinê hemû derdorên civakê û jinan nahebîne û her wiha hat diyarkirin ku, heke referandûm pêk bê dê jin di referandûmê de "Na"yê bi rêxistin bikin. Dê jinên DBP'î, di 26'ê Çileyê de li dijî Qanûna Bingehîn xebatan bidin meşandin. Li Meclîsê, piştî dengdayîna tûra yekemîn a pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn niha jî bi awayekî lez û bez dengdayîna tûra duyemîn tê kirin. Piştî pêşniyar di Meclîsê re derbas bibe dê berpêşî Serokomar bê kirin û tê payîn ku piştî vê berpêşkirinê dê biçe referandûmê. Li gel muxalefeta civakiyî, di eniya jinan de jî tê diyarkirin ku, dê li dijî vê guherandinê kampnayaya "Na"yê bê meşandin. ‘QANÛNEKE BINGEHÎN A JI JINAN XALÎ TÊ ÇÊKIRIN' Huqûqnas Gulşen Ozbek wiha got: ‘‘Ji nû ve qanûneke bingehîn a bi temamî ji jinan xalî tê çêkirin. Jinên diaxivin, siyasetê hildiberînin hatin girtin, saziyên jinan hatin girtin. Dixwazin jinan bêdeng bihêlin. Qanûneke bingehîn a nû nayê çêkirin. Çimkî ruhê jinan tê de tune ye. Her cure pergalên ku pirsgirêkan çareser bikin dikarin bên nîqaşkirin. Lê divê ev ji aliyên derdorên berfireh ên gel ve bên nîqaşkirin. Qanûna bingehîn a nû nemû malê civakê. Dê di referandûmê de bibêjin, 'Qanûna bingehîn a me layiqî we dît ev e.' Dê tenê di dema dengdayînê de gel daxil bikin, ev rêbazeke şaş e. Tu wesfeke wê ya peymana civakiyî tune ye." ‘LI PAŞ QANÛNA BINGEHÎN A 12'Ê ÎLONÊ YE' Endama Lijneya Birêvebirina Navendî ya DBP'ê Semra Demîr dest nîşan kir ku ew wek jinan qanûna bingehîn a li Meclîsê hevdîtinên wê çêdibin qebûl nakin û got, lê belê ew ê li dijî vê zorbetiyê tenê li ber xwe bidin. Demîr wiha domand: "Me Qanûna Bingehîn a 12'ê Îlonê jî qebûl nedikir. Ne azadî wead dikir, ne jî pêdiviyên mirovan bi cih dianî. Lê belê qanûna bingehîn a niha tê çêkirin, li paş vê jî maye û dixwazin Qanûneke Bingehîn a tekparêzî li civakê ferz bikin. Tiştên niha di vê pêvajoya Qanûna Bingehîn de li gel dikin jî, dide nîşandan ku bê ev çi qasî derhuqûqî ye." ‘DI PERGALA TEKPARÊZ DE MIROV NIKARE CIHÊ JINAN XEYAL BIKE' Demir wiha domand: "Di rejîmeke nêrza, tekparêz û dîktatoryal de mirov niakre cihê jinan xeyal bike. Di vê pêvajoyê de jî herî zêde jina hatin girtin. Nêrîna darazaê ya li hemberî jinê jî ne bêalî ye. Hevseroka me ya giştî Sebahat Tuncel, parlementerên me, Hevserokên HDP'ê girtî ne. Di pêvajoyeke wisa de dengdayîna Qanûna Bingehîn tê kirin. Wisa dixuyê em li pergala parlementerî ya heyî bigerin. Gelek hêln vê pergalê yên em rexne dikin, qebûl nakin hene lê, dîsa jî em ê li vê bigerin." ‘DÊ KAMPANYAYA 'NA'YÊ BÊ DESTPÊKIRIN' Demir diyar kir ku, ew wek jinan amadekariyên kampanyayê dikin û da zanîn ku, ew ê di dawiya Çileyê de li Stenbol, Amed, Êlih û Wanê bi deklerasyonekê starta kampanyaya xwe bidin. Demir diyar kir ku, ew ê di Kadın cephesinde kampanya hazırlığı içerisinde olduklarını belirten Demir, Ocak sonunda İstanbul, Diyarbakır, Batm'ê Çileyê de li Amedê daxuyaniyê bidin û wiha axivî: "Paşê em bi bi çalakî, civînên gel re der barê vê Qanûna Bingehîn de xebatan bimeşînin û xwe bigihînin hemû jinan. Em ê tevî jinên sazî û partiyên siyasî yên din xebatên hevkar bikin. Divê dema qanûneke bingehîn a navê jinan jî tê de tune ye biçe refarndûmê, divê baş bê fikirîn û nîqaş bên kirin." ‘DI VÊ PÊVAJOYÊ DE FIRSEND NEHAT ZEVTKIRIN' Seroka Giştî ya Komeleya Jinên Karî ya Amedê (DÎKAD) Reyhan Aktar diyar kir ku, raya giştî ji zû de ye li benda guherandina Qanûna Bingehîn bû û balê kişand ser pêvajoya çêkirina Qanûna Bingehîn. Aktar wiha axivî: "Qanûna Bingehîn a nû, heke ne di atmosfereke wisa de, lê di atmosfereke hîn rihetir de bihatan çêkirin helbet dê baştir bûna. Belkî ne ewqas teng, lê bi awayekî berfirehtir bihatana çêkirin. Di vê pêvajoyê de ev firsend nehat zevtkirin."