Li dijî serokdewletiyê strana 'Ha ha Hayir' 2017-01-23 09:12:56 STENBOL - Piştevaniya Jinan a Nar, ji bo li dijî pergala serokatiyê derkevin û bêjin “Na” strana “Ha ha hayir” amadekirin û raperîna jinan di vîdoeyekê de anîn cem hev. Yek ji jinên ku strana “Na” dibêje Ayşegul Uçar da zanîn ku gelek aliyên ku ji pergala serokatiyê re dibêjin na heye û wiha got: “Pêwîstiya me biyekbûnê û bi hevre berxwedanê heye. Em kîn û keyfxweşiya xwe ji bo destpêkek nû û ji bo bêjin Na birêxistin bikin.” Piştevaniya Jinan a Nar, ger pergala serokatiyê biçe referandumê, ji bo ji pergalê re bêjin “Na” strana bi navê “Ha Ha Hayir” amadekirin û vîdeoya wê çêkirin. Di dîmenên ku li ser tora civakî gele bal kêşa çima dê jin di referandumê de bêjin na vedibêje. Di dînema ku 2 deqe û 44 saniye de dîmenên meş û çalakiyên jinan cih digire. Nûnera Piştevaniya Jin a Enqereyê ku stranê dibêje Ayşegul Uçar, derbarê xebata xwe de agahî dan. Uçar, armanca kişandina dîmen û çêkirina stranê wiha vegot: “Me xwest li dijî kesên ku dixwazin jiyan, ken, roja me bixin tarîtiyê de ronahiyekê ava bikin. Me bi dengê xwe yê herî bilind bi ‘Na’ xwest li dijî fetwa, pihîn, gote gotên wan kena xwe mezintir bikin û bêjin ‘êdî bese em jî hen û livirin’. Li dijî vê tarîtiyê ji bo em xwe bigihînin bexçeyê heft rengên asîman me pêwîtî bi çêkirina vê stranê dît.” 'ME RAPERÎNA XWE KIR YEK’ Uçar da zanîn ku ew ê tarîtiyê bi destê jinên bûne yek derbas bikin û wiha pêde çû: “Em dihizirîn ku em ê çibikin, wê demê cihê me vegeriya atolyeyê û gotinên ‘hêza kenê bigire wekera gotina’ xwe hat bîra me û me ken û gotinên xwe girtin, hatin û ketin nava hev. Piştre jî hûn di dîmen de dibînin. Me lêxist û got, me ken, raperîn û hêviya xwe anîn gel hev û dîmenek wiha derket holê.” ‘JI REJÎMA ZILAMEKÊ RE NA NA NA’ Uçar, dem me pirsa çima ‘Na’ jê pirsî wiha bersiv da: “Kesên ku ev 14 salin li ser îktîdarê ne, xwe tevlî jiyan, rêveçûna jinan a kolanan, pêşeroja wan dike û mafê perwerdehiyê xesp dike niha dixwazin hîleyên xwe bikin qanûn. Em ji bo qanûn nekevin bin destê zilaman, ji bo li her cihî ewlehiya canê me hebe, ji bo kesek din neyê qetilkirin, ji bo xeyalên zarokên me qirêj nebin, ji bo em jî wekî jinên ji DAIŞ’ê rizgar bûne çarşefên xwe yên reş ji ser xwe rakin û rengê xwe nîşan bidin dibêjin Na. Em ji rejîma zilman bêzar bûne îcar niha jî rejîma zilamekê dixwazin. Ji ber vê Na na na Na.” ‘KEYFXWEŞIYEKE BÊ MEZINKIRINE’ Uçar, da xuyakirin ku steran ji hestên wan ên dibêjin ‘Na’ re bûye bersivek û wiha axivî: “Ev Na ji bin kenê jinan tê. Di îktîdarê de kîn, mirin û êş heye. Em dixwazin jiyan me bi ken, yekitî û piştevaniyê bi şêwe bibe. Tarîtiya li pişta me kirine girane lê em gotina îro jî derbas dibe sibê heye bikartînin. Ji ber tiştên me jiyane em xemgînin ji xemgîniyê zêdetir bi hêrsin lê tişta ku dê tucaran ji me negirin û nebin xwediyê wê ken û keyfxweşiya me ye. Strana me çêkirî dilê mekeyfxweş kir. Em bawer dikin ku ji bo em bêjin na û piştî wê tişta ku em mezintir bikin keyfxweşiya me ye. Em hêvî dikin ku strana me vê hestê bide hemû kesî. Em ê li dijî hemû zilman bikenin dê wiha hemû tişt sererast bibin.” ‘JI BO BÊJIN NA EM XWE BIRÊXISTIN BIKIN’ Uçar, anî ziman ku ew dihizirin ku dê li hemû cihan civak ji vê pergalê re bêje Na û wiha got: “Gelek aliyên civakê pergala serokatiyê red dikin, niha tişta ji me re pêwîst, vê redkirinê vegerandina berxwedanê ye. Em kîn û keyfxweşiya xwe ji bo destpêkek nû û ji bo bêjin Na birêxistin bikin.”