Jinên Îzmirî: Em ê li dijî hişmendiya mêr a yekperest bêjin "NA" 2017-01-24 09:08:19 ÎZMÎR - Bertek û nerazibûnên li dijî erêkirina guhertina xalên Qanûna Bingehîn a di meclîsê re derbas bû zêde dibin. Nûnerên saziyên jinan ên Îzmirê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew dê li dijî feraseta mêr a serdest û yekperest di referandumê de bêjin "NA" û ji bo "NA" xebatê bimeşinin. Daxwaza guhertina 18 xalên Qanûna Bingehîn ên erk û peyvira Serokomar zêde dike û meclîsê bê peyvir dihêle bi 339 dengên AK Partî û MHP'ê hat erêkirin. Piştî daxwaza guhertina xalan li bendê ye ku di meha Nîsanêde referandum pêk bê. Li dijî erêkirina meclîsê bertek û nerazibûnên sazyên demokratîk rêxistinên jinan û komeleyên hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan zêde dibin. Nûnerên saziyên jinan ên Îzmirê bertek nîşanî erêkirina meclîsê ya guhertina van xalan dan û anîn ziman ku ew dê li dijî feraseta mêrê serdest û yekperest bêjin "NA" û li dijî vê fuhertin û vê ferasetê dê xebata "NA" bi rêxistin bikin. Endama Meclîsa Jinen Sosyalist Beritan Altun diyar kir ku ew dê di referanduma Qanûna Bingehîn de bêjin "NA" û wiha got: "Em dê bi xebat û hewldanaxwe destûr nedin ku Qanûna Bingehîn bêtir bibe qada hişmendiya mêr a serdest û yekperest. ‘EM DÊ BÊJIN NA' Altun, anî ziman ku ev niqaşên guhertina Qanûna Bingehîn û Serokdewletiyê bi hihevkirina AKP-MHP'ê deket holê û wiha got: "MHP pergal û feraseta Qesrê xwedî dike û mezin dike. Em bawer dikin ku ligel barîkat û astengiyên mezin dê dîsa dengê "NA" li her derê bilind bibe. Li gel hemû zextan em dê disa bêjin NA. AKP dê bêtir êrîşên xwe yên li kolanan zêde bike. Dê xebatên girseya ku bêje "NA" asteng bike. Lê çi dibe bila bibe em dê li Tirkiye û Kurdistanê bêjin NA." ‘AKP HÊZA JINÊ BAŞ ZANE' Altun, destnîşan kir ku ew jinên sosyalîst baş dizanin ku ger li Tirkiye pergala Serokdewletiyê têkeve meriyetê dê cînayetên jinan zêdetir bibin û wiha berdewam kir: "Ger ku di referandumê de erê derkeve êdî jin dênikaribin nefes bistînin. Kolan dê li jinan bêqedexekirin. Dê bi pergalek hişk jinan bi rêve bibe. AKP'ê hêza jinê di OHAL'ê de dit. Li gel OHAL û tedbîrên mezin dîsa jinan kolan neterikandin. AKP jinan ji bo xwe wekî gef û tirs dibîne. Ji ber vê yekê dê darbeya ewil li jinê bide." ‘EM DÊ LI DIJÎ DIJMINATIYA JINÊ BÊJIN NA' Endama Kolektifa Jinên Zanîngehê Emine Akbaba jî anî ziman ku ew dê li dijî îktîdara AKP'ê ku xwe bi zilm û xwînê li ser piyan dihêle û li dijî dîktatoriya yek zilamî ku bi zilmê dixwaze dîktatoriya xwe biparêze bêjin NA. Akbaba, ani ziman ku îktîdar ji bo xwe darbeyî wekî firsand dibîne û wiha got: "Bi OHAL û KHK'yan niha dixwaze îktîtara xwe berdewa bike. Dixwaze hemû dengen muxalif qut bike. Lê ev welat yê me ye. Cihekî ku em bêde biçin tune." Akbaba da zanîn ku ew vî welatî destîlî pergala dîktatoriyê nakin û li dijî vê pergalê bêjin NA û wiha got: "Em dê li anfî anfî, kampus kampus, kolan bi kolan bigerin û xebatê bimeşînin. Em dê li dijî dijminantiya jinê jiyanê biparêzin. Em dê beden, nasname û mafê xwe biparêzin û li mafê xwe xwedî derkevin." ‘JI BO WELATEKÎ AZAD NA' Akbaba, da zanîn ku ew dê li kolanan dengê xwe bilind bikin û bêjin "Bila qesra te bi ser serê te de xera bibe û ji bo dengê "NA" xebata rêxistinkirinê bimeşînin û wiha got: "Em dê li dijî kuştin, şer, tundî, dijmimantiya jinê ji bo welateki azad xebatên NA bimeşînin û em dê bêjin NA."