Parlementerên jin ên HDP'î: Mal bi mal em ê 'na' yê vebêjin 2017-01-25 09:15:48 AMED - Parlementerên jin ên HDP'î wiha gotin: "Em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Ji 26'ê Çileyê ve em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe 'Na'yê vebêjin." Parlemenetên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca û Sibel Yigitalp têkildarî pakêta guherandina Qanûna Bingehîn a bi awayekî nîqaşî di Meclîsê re derbas bû axivîn. Parlementerên jin diyar kirin ku, ew ê di 26'ê Çileyê de starta kampanyaya "NA"yê bidin û gotin, di Meclîsê re derbasbûna pakêta guherandinê nayê wateya ku ji aliyê gel ve hatiye tesdîqkirin. Parlementeran wiha diyar kir: "Em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe 'NA'yê vebêjin." ‘EM Ê JI QANÛNA BINGEHÎN A JIN TÊ DE CIH NAGIRIN BIBÊJIN NA' Feleknas Uca, dest nîşa kir ku bi HDP'ê re gelek derdor û jin hebûna xwe dîtine û wiha axivî: "Bi mebesta rojevkirina xebat û pirgirêkên jinê di dîroka Komara Tirkyeyê de cara ewil e ku li Meclîsê Koma Meclîsê ya Jinan a HDP'ê hat avakirin. Bi pergala hevserokatiyê me felsefeya jinê da der. Ji ber vê jinan xwedîtî li HDP'ê kir. Ji ber vê, em ji qanûneke bingehîn a ku jin tê de cih nagirin re dibêjin na. Em ji qanûneke bingehîn a ku ciwan tê de tune ne re dibêjin na. Em ji qanûneke bingehîn a bes feraseta mêrî tê d eye re dibêjin na." ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BÊTIR XURT BIKIN' Uca, dest nîşan kir ku ew ê bi felsefeya jina azad û ji bo jiyan û civakeke wek hev bibêjin na û got, ew ê di 26'ê Çileyê de deklarasyona kampanyayê aşkere bikin û wiha domand: "81 roj e hevserokên me yên giştî, parlementerên me, hevşaredarên me girtî ne. Li dijî partiya me êrîşên cidî pêk hatin. Zêdeyî hezarî endam û rêveberên me girtî ne. Me di hilbijartinê de di nav şert û emrcên zehmet de xebatên xwe meşandin. Em ê vê kampanyayê jî di nav şert û emrcên OHAL'ê de bimeşînin. Li gel van hemû zor û zehmetiyan jî me tenê biryarek wergirtiye. Ew jî, em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Heke bivê em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe bi dayik û jinan re xebatan bimeşînin." ‘DIVÊ HAY JI PROVAKASYONAN HEBE' Uca wiha axivî: "Dibe di vê pêvajoyê de provaksyon hebin. Dixwazin vegotinên cuda derxînin holê. Divê ji bilî vegotinên partiya me, yên tevegra azadiyê îtibara tu vegotinan neyê kirin. Em ê nexşeya xwe ya rê diyar bikin. Bila tu kes di ser me re siyasetê neke, hin kes dibêjin dê HDP boykotê bike, vegotinên Îmraliy hene. Yek ji vana jî ne rast e. Biryara me NA ye." ‘EM WELATÎ KU BI KHK Û OHAL'Ê TÊ BIRÊVEBIRIN NAXWAZIN' Yigitalp, got Qanûna Bingehîn a 1982'yan jî ya derbeyê ye û bi tu awayî pêdiviyên civakê bi cih neaniye û wiha axivî: "Me derbeya 82'yan jî qebûl nedikir, çimkî pêdiviyên civakê bi cih nedianî. Ya îro tê kirin jî li paş Qanûna Binhegîn a heyî cih digire. Qanûnaeke bingehîn a tenê li dor mirovekî diçe û tê, dixwazin pê polîtîkayên Qesrê rewa bikin. Bajarên me hatin rûxandin, herî zêde jinan xesar dît. Em dibêjin NA, çimkî em welatekî ku bi KHK'yan bi OHAL'ê tê birêvebirin naxwazin."