‘Jinan tu carî winda nekiriye û winda nakin' 2017-01-25 15:32:18 WAN - Nûnerên jin ên sazî û partiyên siyasî yên Wanê tayînkirina qeyûmê ya Şaredariyên DBP’ê girtina saziyên jinan protesto kirin. Jinên Wanî civîna çapemeniyê pêk anîn û diyar kirin ku jinan tu carî li dijî hişmendiya mêr a serdest winda nekiriye û dê tu carî winda nekin. Nûnerên jin ên partiyên siyasî û komeleyên civakî dijberî tayînkirina Qeyûmê ya Şaredariyên DBP'î, binçavkirin û girtina siyasetmedarên kurd, girtina saziyên jinan li avahiya DBP’ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de endam û rêveberên DBP’ê yên jin, nûnerên TJA, Dayikên Aştiyê û gelek jin amade bûn. Hevşaredara Artemetê Rojbin Sevil Çetin, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûmê re mafê wan ê demokratîk hatiye desteserkirin. 'ŞAREDARIYÊN ME HATIN DESTESERKIRIN Çetîn, da zanîn ku qeyûm dixwaze destkeftiyên kurdan û pergala hevserokatiyê ku li dijî pergala mêr a desthilatdar hatiye avakirin ji destê wan bigirin û wiha got: "Dixwazin destkeftiyên jinan û xebatên jinan ji destê wan bigirin. Dixwazin destkeftiyên civakê ji destê wê bigirin. Şaredariyên ku gel bi vîna xwe ya azad bi dest xistine ji destê gel tên girtin û tên dagirkirin. Em dixwazin ev mafê me yê hatiye desteserkirin bi raya giştî re parve bikin. Çetîn, bal kişand ser xebatên jinan û wiha got: "Ji bo jin di biryar û xebatên şaredariyê de bêtir çalak û xwedî erk bin meclîsê jinan hatin avakirin. Piştî melîsê jinê hatin avakirin, hemû xebatên şaredariyê bi destê jinê ketin rojevê. Xebatên Şaredariyê bi destê jinê bûn biryar û hatin xuyakirin. Komîsyon ku ji mêr û jina hatiye hilbijartin hat avakirin û wekheviya jin û mêr hat esas girtin. Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û midûriyetên Polîtîkaya Jinê yên girêdayî vê serakatiyê li dijî tundiya li ser jinê têkoşiya. Di bin vê baneyê de Yekîneyên Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, Mafê Jinê Yê Aborî, Midûriyeta Perwerdehiyê ya Jinê û yekîneyên mafê jinê hatin avakirin. Navenda Jinê ya Jiyanê, Mala Stargehê, Xeta hawara tundiyê" (Alo Şîdet Hatti) û Kooperatifên Jinê hatin vekirin. Aboriya civakî bi destê jinê hat pêşxistin. Keda jinê di her derê de bêtir hat dîtin. Bazara Kedê, Atolyeya Mahfûran, Atolyeyên Tekstilê, Seramik û xilxalan hat avakirin. Xebatên sera, çandiniya organîk hatin meşandin. Parkên Jinê, Mala Westînê ya Jinan, Tesîsên Sporê yên Jinê Malên Tenûrê hatin avakirin. Bi sedan civînên perwerdehiyê li tax û kolanan hatin lidarxistin. Mafê jinê yên zayendî, siyasî, aborî û tenduristî hat vegotin. Xebatên piştgiriya heqûqî û aborî hat dayîn. 8'ê Adarê li hemû şaredariyan wekî roja destûrê hat îlankirin. ‘PIRSGIRÊK NE HIQÛQÎ YE POLÎTÎK E' Çetîn, herî dawî bilêv kir ku qeyûmên hatin dayînkirin armanc dikin ku rê li pêş xebatên wan polîtîk bigirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Dixwazin dawî li xebatên jinan bînin. Ev pêkanîn ne hiqûqî ne. Hemû astengiyên li pêş xebatên jinê polîtîk in. Her çend cih û warên me hatibin dagirkirin jî em dê xebatên we li kolan û qadên din berdewam bikin. Dibe ku saziyên me tune bin. Em dê ji bo azadiya jinê û civakê xebatên xwe berdewam bikin. Em dê li dijî feraset û hişmendiya mêr a serdest têkoşîna xwe bilind bikin."