Di kampanyaya Ocalan de merhaleya duyemîn 2017-01-26 14:34:52 AMED - Tevgera Jinên Azad daxuyand ku bi sîstema serokdewletiyê ve dê sîstemekî otorîter a yek reng bê avakirin wiha hat gotin: "Divê neyê jibîrkirin ku azadî wekî quralekî xweşikbûnê bi têkoşîna li dijî nexweşikbûnê ve pêkan e. Tu kes nikare azadiya ku me li serhildan, zindan, çiya û kolanan mezin kiriye ji me bigire. Em merhaleya duyemîn a kampanyaya "Ez xwedî li rêber, ax û azadiya xwe derdikevim" bi navê 'Em ê bi rêbertiyê ve teqez bi ser kevin' bidomînin. Tevgera Jinên Azad (TJA)têkîldarî geşedanên dawî deklerasyona bi navê "Em ê bi rêbertiyê teqez bi ser kevin" amade kir li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina DBP'ê ya Amedê bi civîna çapemeniyê ve bi raya giştî re parve kir. Li salonê pankarta "Ez xwedî li rêber, axa xwe, azadiyê derdikevim" hate daliqandin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven, Hevberdevka Kongereya Demokratîk a Gelan Gulîstan Koçyîgît, parlamenterên jin ên HDP'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek endamên TJA'yê beşdarî civînê bûn. Deklerasyon bi kurdî û tirkî ji aliyê endama TJA'yê Ayşe Gokkan ve hate xwendin. Deklerasyona ku hat aşkerakirin ev e: "Tarîtî domdar nîne, rastiya tarîtiyê ya kor dike wekî tê xuyakirin xurt nîne ji ber ku tarîtî dema ku dema ronahiyê tê mehkûm e ku bi dawî bibe. Lê hêza tarîtiyê ya xapînok heye. Têkoşîna hemû sîstemên tarî li şûna heqîqetê derew bi cihkirin e bi vî rengî dixwazin em bifikirin. Ji ber vê yekê jî yên ku li dijî tarîtiyê têkoşîna ronahiyê didin şervanên heqîqetê ne. Rêgeza nexapandinê qurala vê şervaniyê ye û girêdayîna vî rastiyê bi ser dixe." ''FAŞÎZMA KU DIXWAZE DEWLETA OTORÎTER RESTORE BIKE XWE DISPÊRE DEREWAN' Çi heyf e ku li Tirkiyeyê îro faşîzm, ji tirsê zêdetir li ser feraseta polîtîk a ku dixapîne û dixape bilind dibe. Neteweperestî nirxê hevpar ê vî xapandinê ye. Ji tifaqên vekirî yê faşîzmê zêditir bi avakirina tifaqên nepen ve emrê xwe dirêj dike. Faşîzma ku bi sîstema serokdewletiyê ve dixwaze xwe ji nû ve restore bike xwe dispêre du derewê mezin. Ya yekemîn derema ku Tirkiye bi 2'yemîn Şerê Îstîkalê re rû bi rû ye. Ya duyemîn jî heke rejîmekî ku navendî û bi rayeyên berfireh neyê dayîn derewa ku dê welat parçe bibe ye. Ger ku hûn bi derewa xwe bawer dikin ev netragedya komedî ye. Tirkiye di nava lîstîkekî bixwîn de ye. Tifaqa AKP-MHP û Aydinlikê ya faşîst û tifaqa kur a meyla CHP'ê ve li dijî daxwaz û desteftiyên gelê kurd ên azadiyê 2'yemîn şerê îstiklalê ya hatiye îlankirin ve ev tragedyaya ku dubare dike tam komedî ye. Hevdîtina Yenîkapi, îlankirina OHAL'ê, qeyûmên tayînî şaredariyên Kurdistanê hatine kirin, girtina wekîlan û bi deh hezaran binçavkirin û girtin eniya ku li dijî gelê kurd hatiye avakirin nîşaneya têkçûna exlaq û polîtîka ya partiyan e. 'LI DIJÎ TIRKIYEYA DEMOKRATÎK ŞEREK TÊ MEŞANDIN' Di vî pêvajoyê de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda sîstema Îmraliyê xistina dewreyê, xirakirina bajarên kurdan û qatlîam hatine destpêkirin. Tabloya Tirkiyeya demokratîk a ku pêvajoya Muzarekeraya Çareseriya Demokratîk a ku birêz Abdullah Ocalan xist dewreyê li dijî vê yekê şer tê meşandin. Li dijî çareseriya demokratîk. enqaza şerê ku tê dayîn, krîzên siyasî, aborî, civakî, xwînd, rondik û ya herî girîng jî gel ber bi bêhêvitiyê ve birin e. Ev yek bi gotina 2'yemîn Şerê îstîklalê ve tê nixumandin. Pêvojoya muzakereyê ya ku Rêberê Gelê KUrd Abdullah Ocalan da meşandin nîşan da ku tekane riya parçenekirina Tirkiyeyê komara demokratîk û pêkhatina aştiyê ye. Ev pêvajoya ku dayik nagirîn, ciwan bi hêvî ne, jin bi wêrekî dijîn di navbera gelan de girêdana hestî çêbûye ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hate qetilkirin. Îxtidara ku tune bû bi derewa "em ê parçe bibin" a ku emrê xwe spartinê ve dixwaze dirêj bike. Birêz Ocalan ê ku emrê xwe ji bo xwîna kesekî j^ineyê rijandin daye li aliyekî din jî rastiya hikûmetê ku ji bo dîktatoriya xwe ava bike ciwanan tabur bi tabur dişîne mirinê heye. Ev nanokî nîne. Berovajî vê nakokiya ku tê fêmkirin e. Gotinên pergala serokatiyê ku rejîma dîktatoriyê ye, berovajî wê zêdebûna beşên navxwey3i yên Tirkiyeyê ye, amadekariyên welatekê ku ji hemû mûdaxleyan û şer ên hundîn re vekirî be. Di van şertan de tişta bê jiyîn qirkirina jinan e. Pêvajoya darbeyê ya ku bi pêvajoya darbeya 15’ê Tîrmehê re destpê kir, bi OHAL’ê tê rêvebirin û dixwazin darbeyê bi referandumê temam bikin. Bi vê pêvajoyê re bajarên kurdan hatin hilweşandin, bi sedan jin koçber kirin, bi hezaran jinên karker ji kar hatin derxistin, ji qeyûman saziyên nûnertiyên jinan hatin girtin, rewşenbîr û akademîsyenên jin ên ku ji bo aştiyê têdikoşiyan, jinên parlamenter û bi sedan jinên din di bin çavan de rastî îşkence, tacîzê hatin û hatin girtin. Dîmenên qetilkirinên jinan weşandin û êrîşa zayendî nişandan, qetilkirinên jinan zêde dibin û bi hevkarî êrîşa li dijî terzê jiyana jinan didome. Ji ber vê faşizm tê wateya qetlîamên jinan. Faşîzm dînbûna îktîdara zilame. ‘HERÎ ZÊDE PÊWÎSTIYA JINAN BI TÊGEHA OCALAN A JI BO ÇARESRIYÊ HEYE’ Birêz Abdullah Ocalan ku paradîgmaya xwe dispêre azadiya jinê, pergala civakê bi felsefeya jiyana wekhev hûnadiye, hiştiye ku di pêvajoya çareseriya demokratîk de vîna jinan bingeh bê girtin, ji ber wê herî zêde pêwîstiya jinan bi têgehaa Ocalan a çareseriyê heye. Ev ji bo me jinan tê wateya têkoşîna azadiyê. Ev tê wateya ku em bi xwe biryara jiyanek çawa dixwazin didin. Em dixwazin di komara demokratîk a ku xwe dispêre yeketiya neteweya demokratîk de bijîn. Yekana riya pêkhatina vê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û naskirina mafên bingehîn ên kurdane. Di vê wateyê de em bang li hemû jinan dikin ku tevlî têkoşîna rûmetê bibin. ‘BI SEROKATIYÊ DIXWAZIN PERGALA DÎKTATORIYÊ AVA BIKIN’ Banga me ya ji bo civaka Tirkiyeyê ye: Niha pergala serokatiyê ya ku îktîdara AKP’ê aniye rojevê tene hincetek wê heye ew jî konsepta şerekî nû ya li dijî kurdane. Ji bo pêşî bamafiyên xwe yên wekî; li şerê bêmaf ê li dijî kurdan daye meşandin, nelirêtî û dîziyên xwe veşêre û ji bo wan neyê darizandin dixwaze rejîma dîktatoriyê ava bike. AKP bi faşîzma zilamekê û partiyekê dixwaze rejîma ku qirkirina gelan bi xwe re tîne ava bike. Ev dibe sedema windakirina sedsalekê, dê şer wekî qederek bê dawî bû dê ji nifşê nû tê re bê hiştin. ‘RIYA PÊŞÎLÊGIRTINA DÎKTATORIYÊ ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD E’ Ji ber vê ji bo rejîma dîktatoriyê bê astengkirin û jiyana di komara demokratîk de bê parastin pêwîste pirsgirêka kurd were çareserkirin. Li dijî qanûna bingehîn a dîktatoriyê, qanûna bingehîn a komara demokratîk çareseriya bingehîn a pirsgirêkane û ji bilî riya feraseta ku xwe dispêre avakirina endamtiya gelê kurd tu riyên din tune ne. Ji jiyanek nû, ji bo mirovahiyek û aştiyek nû divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihije azadiya xwe û divê pêwîstiya bi fikir û exlaqê wî bixin rojeva xwe. Lê mixabin hinek partî û pêkhate, li dijî rejîma serokatiyê, bi zimanê nijatperest û tirsa cudabûnê li dij disekine. Ev fereseta ku jehrê dixe nava stûna bingehîn şêweyek din ê faşîzmê ye. Her rejîma ku hebûn û azadiya gelan li ber çavan nagire tene dikare dojehê bi me bide jiyîn. Em dikarin bi eniya jinan û gelan a dibêjin NA vê dîktatoriyê asteng bikin. Divê bingehê de wekî TJA em ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo pirsgirêka gelê kurd bi riya çareseriya demokratîk pêk bê dê têkoşîna xwe bilind bikin. Em wekî jinên ku rastî qetlîman, îşkence û êrîşan hatine bawer dikin ku dê heqîqet qezenc bike. Azadiya ku me di serhildan, zindan û kolanan mezin kiriye kesek nikare ji destê me bigire. Divê bingehê de pêngava duyemîn a kamapanyaya me ya ‘Ez Xwedî li Rêber, Ax û Azadiya xwe Derdikevim’ bi şiara ‘Em ê bi Serokê xwe re Serbikevin’ bidomînin. Ji ber ku em jin, em dizanin ku çawa nikarin rojê tarî bikin dê nikaribin pêşeroja gelê kurd tarî bikin. Em dizanîn ku dê paradigmaya komara demokratîk û neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ser bikeve. Em dibêjin heqîqet baweriye û nikarin bi derewan berovajî bikin û qîr dikin: ‘EM Ê BI RÊBERÊ XWE RE SERBIKEVIN! Şaristaniya jinê pîvana ‘azadî dê serbikeve’ bi dîrokê daye qezenckirin û ev sekneke, em ji dil dizanin ku zalim, dîktator dê winda bikin. Em wekî jinên TJA’yê kampanyaya ‘Ji Dîktatoriyê re Na’ didin destpêkirin û dibêjin ‘Dê azadî biserbikeve’. Ji bo vê em ê li dijî yekrengiyê pir rengiya ziman, li dijî dengekê pir dengiyê, li dijî fikrekê pir fikriyê, li dijî yekkesiyê, pir kesiyê biqîrin. Ji ber ku em dizanin dê jiyan rastiya xwe bi ser bixîne û diqîrin: jinên kedkar, ev dem dema me ye, ez azadî ya me ye, ve jiyana bi rûmet ya me ye, dad ya me ye berxwedan a me ye. Em carekdin vê têkoşîna birûmet li we hemûyan pîroz dikin û di têkoşîna we de serkeftinê dixwazin.” Deklarasyon ji aliyê guhdarvanan ve bi çepik, tîlîlî û dirûşmeyan hat pêşwazî kirin.