Kampanyayek nû: Jin ji bo JINHA’yê dinivîsin 2016-11-20 17:31:08 STENBOL - Bi armanca piştgiriyê bidin ajansa jinan JINHA’yê ya bi biryarnameya KHK’ê hat girtin, nobeta jinan a bi dirûşmeya “Mijara Nûçeyan a JINHA’yê” bi dawî bû û dê pişgirtî bi kampanyaya “Jin ji bo JINHA’yê dinivîsin” berdewam bike. Di cîhanê de yekemîn ajansa jinan JINHA bi biryarnameya KHK’ê hat girtin, piştî girtina JINHA’yê jinan dest bi nobeta “Mijara Nûçeyan a JINHA’yê” kirin û îro nobeta dawî ya ji aliyê Weqfa Lêkolîna Çand Huner Estetîk Perwerde Zanistê (BEKSAV) be hat girtin û bi dawî bû. Jinên ku di nava wan de xebatkarên JINHA’yê, BEKSAV, Fîlmmor, birêndara Pirsûsê Guneş Erzurumluoglu û gelek jin jî hebûn civîna çapemeniyê li darxistin. ‘EM JI BO JINHA’YÊ BINIVÎSIN’ Di civînê de destpêkê Avakara Kooperatîfa Fîlmmorê Melek Ozman axivî û wiha got: “Gelek saziyên bi keda jinan hatine vekirin hatin girtin. JINHA bû xeta me ya mor e. Li Tirkiyeyê tiştên bi qanûnî wateya wê tuneye lê yên rewa bi wate ne. Me pişta xwe da piştevaniya jinan. Ne qanûnî bû lê rewa bû me got dê bi vê rewabûnê JINHA neyê bêdengkirin. Me li ser tora civakî bi nobetan ev rewabûn domand. Dê piştgiriya me ya bi JINHA’yê re bidome. Me ne got dê zilam çibêje û çi hikm bide. Ji îro pêde em hemû ji bo JINHA’yê binivîsin.” Xebatkarê JINHA’yê Perîhan Kaya jî da zanîn ku ew ji vêderê dibêjin ew ê bêdeng nebin û wiha pêde çû: “Divê jin bêdeng nebin û binivîsin. Dibe ku saziyên me hatibin girtin lê em 80 rojnameger nasekinin. Em jin li hemû qadanin. Li mal, kolan, cihê kar û fabrîkayanin. Ji ber wê divê em ji her alî ve binivîsîn û vê hikûmetê nerihet bikin. Banga me ji hemû jinan re ye em hemû bi hev re binivîsin. Tiştên em dijîn parve bikin û dengê xwe bidin bihîstin.” 'JINHA BÛ DENGÊ MIN’ Guneş Erzurumluoglu jî bi gotinên “Ez Guneş birîndara Pirsûsê me. JINHA dengê jinan bû dengê min bû” dest bi axaftina xwe kir û wiha berdewam kir: “JIHNA ji roja destpêkê heta niha ligel min bû. Bûn dengê jinan bûn dengê min jî JINHA dê bêdeng nebe.” Herî dawî xebatkara BEKSAV’ê Meral Şahîn jî wiha axivî: “Gelek sazî hatin girtin. Deriyê me her tim ji JINHA'yê re vekiriyê û em ê piştigiryê bidin. Wekî BEKSAV em ligel hemû saziyên hatine girtinin.” Nobeta ku bi ‘Mijara Nûçeyan a JINHA’yê’ di 3’yê Mijdarê de hat destpêkirin bi nobeta BEKSAV'ê bi dawî bû. Jinên ku dixwazin nivîsên ji kampanyaya “Jin ji bo JINHA’yê dinivîsin” bişînin dikarin li ser navnîşana, jinhadayanisma@gmail.com bişînin.