Dê mal bi mal 'Rojên Na' li dar bixin 2017-01-28 09:22:10 STENBOL - Li dijî referandûma qanûna bingehîn jinên ji beşên cuda yên civakê ji bo "Na" hatin cem hev koma "Jinên Dibêjin Na" avakirin. Jinên ku dê îro deklerasyona xwe aşkera bikin mal bi mal bigerin û "Rojên Na" li dar bixin. Jinên ku bi navê "Jinên Dibêjin Na" xwe rêxestin kirin bi deklerasyona ku dê biweşînin ve îro dê starta kampanyaya xwe ya "Na" li Teksîm Hîll Otelê bi civîna çepemeniyê ve aşkera bikin. Jinên ku hasntaga #JindibêjinNA vekirin û di vî platformê de balê dikîşinîn li ser mijana çima bibêjin "Na" û di çapemeniya civakî de bi dîmenan jî "Ji rejîma yek zilam re dibêjin na" dê bi hemû beşên civakê bi jinan re bên cem hev pêvajoya kampanyayê rêxistin bikin. Di kampanyayê de ji qera siyasetê heta hunerê ji karkeran heta xwendekaran ji gelek beşên civakê jin cih digirin û rêxisitnên jinan û sendîka jî piştgirî didin kampanyayê. "Koma Jinên Dibêjin Na" yên ku di çarçoveya kampanyayê de dê mal bi mal bigerin û "Rojên Na" li dar bixin îro dê li Taksîm Hill Otelê deklerasyonê aşkera bikin. Di Kordînasyona Koma Jinên Dibêjin Na de ji derhênerên Fîlmmorê Melek Ozman têkîldarî deklerasyona ku dê parve bikin axivî. Ozman got ku ew ne komek in, kesên ku kampanyayê rêxistin dikin in, di nava kordînasyonê de jinên HDP'î û CHP'î yên dibêjin "Na" hene an jî jinên ku ji partiyek^inînin, ji rêxistinên jinan, sendîkayan û femînîst hene. 'EM Ê BIÇIN MALAN ROJÊN NA LI DAR BIXIN' Ozman got ku weke kesên ku dibêjin "Na" enerjî û hêviyek daye wan û wiha got: "Em ne kem in, piranî ne û li ser navê jinên ku dibêjin na dikarin çi bikin ji ber vê yekê jî me ewil pirsa 'em ê di OHAL'ê de çi bikin' kir. Mînak me çalakiyên çapemeniya civakî li dar xist. Di pêvajoyekî bi vî rengî de hemû qatên me hatine xetimandin, girtin de ev qad ji bo ku em xwe bikaribin bigihînin jinan cihek e. Di jinan de enerjiya 'na' û hêviya guhertina vê yekê hebû. Me ji jinên meclîsê de got bila careke jî 'na' ya we hebe lê nebû. Êdî kampanyaya referandumê dest pê dike. Êdî em ê ji bo ku dest bi kampanyayê bikin em ê deklerasyona xwe bidin û ji hemû jinan re bên cem hev û pêvajoya kampanyayê rêxistin bikin. Em ê yek bi yek biçin jinan, jin li kû bin em ê li wir bin. Wekî tê zanîn niha li kolanan nînin em pêvajoya ku jin avêtine derveyî qada cemaweriyê dijîn. Wê dem ê em biçin malan û 'rojên na' li dar bixin. " 'FAŞÎZMÊ HEMÛ DESTKEFTIYÊN JINAN PAŞVE BIR' Ozman têkîldarî deklerasyonê wiha got: "Em sed sal in ji bo demkorasî û mafên xwe têdikoşin. Em jinên ku ji bo mafên xwe yê ji dayikbûnê tên têdikoşin in. Faşîzmê hemû destkeftiyên jinan paş ve bir. Ji bo ku jiyanên me di navbera du lêvên zilaman de nebe em têdikşin. Di vî qanûna bingehîn de gelek destkeftiyên me di nava du lêvên zilaman de ye, modelekî rêveberiyê ya wisa heye. Ev tê ferskirin. Ez ji dil dixwazim ku hemû jin ji vê re bibêjin 'na'. " Ozman a di dawiya axaftina xwe de gotina "em 'na'yên xwe vedibêjin lê ji bo 'na' yên jinan bigihînin hevdi esasê xwe de bangawaziyek e" bi kar anî bang li hemû jinên ku dibêjin "na" kir û xwest piştgiriyê bidin kampanyaya wan.