Dê ji bo azadiyê 'Na'yê rêxistin bikin 2017-01-28 15:14:25 ÊLIH- Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şîmşek a ku di çarçoveya kampanyaya "Ji dîtatoriyê re na"de axivî û got ku armanca kampanyayê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin e û wiha axivî: "Heta yek jinek ji bîmîne em ê têbikoşin." Li Êlihê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) gelek jinên endamên Meclîsên Jinê yê HDP û DBP'ê di çarçoveya kampanyaya "Ji dîktatoriyê re na" de hatin cem hev. Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şîmşek û parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî tevlî çalakiyê bûn. Li salona ku daxuyanî hat dayîn wêneyên jinên kurd ên li Parîs û Sîlopiyê hatin qetilkirin hatin daliqandin û pankartên "Israra di berxwedanê de ji komployê re bersiv e" "Em ê bi rêberê xwe ve teqez bi ser kevin" hatin daliqandin. 'EM Ê AZADIYÊ BIQÎRIN' Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şîmşek bal kişand li ser pêvajoya ku tê jiyîn û wiha berdewam kir: "Kurd ji bo nasnameya xwe li çar parçeyan têdikoşin. Em ji bo aştî, biratî û azadiyê hatin cem hev û li vir azadiyê biqîrin. Jinên kurd dê ji bo azadiyê têbikoşin." Şîmşek diyar kir ku di guhertina qanûna bingehîn a ku dê li ser referandum bê kirin de jin tuneye û wiha axivî: "Di vî qanûna bingepîn de jin û kurd tune tên hesibandin. Em ê jî weke jin bibêjin Na. Ji ber ku di qanûna bingehîn de ziman û nasnameya kurdan nayê naskirin. Ev gel azadiyê dixwaze. Em ê ji bo Abdullah Ocalan, ji bo azadiyê bibêjin Na. Gotina 'Na' demokrasî û azadî ye." 'HETA JINEK JÎ BIMÎNE EM Ê TÊBIKOŞIN' Şîmşek got ku di pêvajoya OHAL'ê de jî jin hatin qetilkirin û wiha got: "Parlamenterên me yên jin, hevşaredarên me xistin girtîgehan. Ji ber ku wan azadî û aştî xwestin. Em jin wekheviyê dixwazin û ji bo vê yekê tên girtin. Em ê têkoşîna xwe xurt bikin û bidomînin. heta ku em yek jinek jî bimînin em ê li dijî vî sîstemê têbikoşin." Şîmşek da zanîn ku armanca bingehîn a kampanyayê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ê mal bi mal têkoşîna xwe xurt bikin. Em çiqas têbikoşin aştî dê ewqas zû bê. Em xurt in. Em ê kampanyaya xwe ya 'Na' bidomînin. Em ê di referandumê de 'Na'yê rêxistin bikin. Jinên kurd her tim xwedî li îradeya xwe derketine û derkevin jî." Çalakiya ku diruşma "Jin jiyan azadiî" hat berzkirin bi stranên hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û bi govendê ve bi dawî bû.