Jin ji bo 8'ê Adarê civiyan 2017-01-28 16:49:35 STENBOL - Koma Pêşîlêgirtina Lezgîn a li Dijî Cînayetên Jinê, bi armanca ku beriya 8'ê Adarê rêxistinek xurt ava bikin û çalakiyên xwe bi rêxistin bikin û fikrên xwe parve bikin kom bûn. Koma Pêşîlêgirtina Lezgîn a li Dijî Cînayetên Jinê, beriya pêvajoya 8'ê Adarê ji bo bi rêxistinek xurt 8'ê Adarê pêşwazî bikin bi gotina "Hûn ji rêxistinek bi hêz a Kampanya Jinê re hene?” civîn pêik anîn. Jinan ji bo çawa pêvajoya 8'ê Adarê bi rêxistin bikin, li Salona Civînê ya Cezayirê civîn pêk anîn. Jinan di civînê de ji bo bi hêz û rêxistin 8'ê Adarê pêşwazî bikin fikrên xwe parve kirin û niqaşên plan û bernameyan meşandin. Beriya sînevîzyonê pankarta “Beriya 8'ê Adarê jin bêtir bi hêz in! Ji venêrtina jiyana me re #HAYIR” (NA) vekirin. Di civînêde Jinên Gok Kuşagi, Federasyona Komeleyên Jinên Tirkiyeyê Navenda Bêtundiyê, Femin-Amfi, Partiya Yeşil Sol, Jinên Elewî, Hewldana Jinê ya Ji bo Aştiyê, (BİKG), Jinên Anarşist û gelek nûneren saziyên jinan amade bûn. Jinan di civînê de berîya 8'ê Adarê û referandumê niqaş kirin. Jinan diyar kirin ku gotina NA dê slogana herî girîn a 8'ê Adarê be. Jinan anîn ziman ku ne tenê li Stenbolê dê li hemû Tirkiyeyê beriya 8'ê Adarê hevdîtinek mezin a jinan pêk bînin. Piştî axaftinên vikirine civîna jinan ji çapemeniyê re girtî pêk hat.