Jinên reng û fikrên wan cuda li dora 'Na' bûn yek deng 2017-01-30 09:12:31 STENBOL - Jinên ku reng, sazî, pîşe û xebatên wan cuda li dora "Na" bûn yek û dengê xwe bilind dikin. Jinên ji saziyên cuda li dijî pergala "Serokdewletiyê" bi dengê berz dibêjin "Na". Rojnameger Yazgulu Aldogan, diyar kir ku ew 40 salin rojnameger e û zextan dibîne û wiha got: Ji bo ev zext bi dawî bibe ez dibêjim NA. Muzîzyen Esra Lora Yilmaz jî diyar kir ku wekî muzîka xwe dixwaze pir dengî û pir rengî bijî û ji ber vê yekê dibêje "Na". Li Stenbolê jinên ku xebat, pîşe, raman, reng û saziyên wan cuda hemû di referandumê de li dijî pergala "Serokdewletiyê" û zilmê dibin yek û bi bo bi dengekî xurt û berz bêjin NA dibin yek. Jinên ku dibêjin NA sedema çima "Na" aşkere kirin. Berdevka Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestininin Fidan Ataselim, diyar kir ku jinên mirî ne dikarin denê xwe bikar bînin û ne dikarin bertek nîşan bidin û wiha got: "Ji bo jin li ser piyan bibînin û bi dengê bilind bikenin divê bi hevre bêjin na. ‘EM DIBÊJIN NA JI BER EM NÊVIYE VÎ WELATÎ NE' Rêvebera Komeleya Piştevaniya LGBTÎ ya Stenbolê Kivilcim Arat, sedema NA wiha got: “Em naxwazin pêşeroja me yek zilam diyar bike. Em dixwazin der barê pêşeroja xwe de bi xwe biryar bidin. Ji ber ve yekê em dibêjin 'Na' Em dibêjin NA ji ber ku em naxwazin Cizîr, Gever, Şirnex û Nisêbîn dubare bibe û kesên din jî heman tiştî bijîn. Ji bo ku jin li kolanan neyên kuştin. Ji bo dayika Taybet li kolanê neyê kuştin em dibêjin 'Na' Heta roja referandumê em dê mal bi mal bigerin û sedema NA bêjin." ‘JI BO AŞTÎ Û ARAMIYA VÎ WELATÎ DIBÊJIM NA' Endama Meclîsa Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Semra Uzunok jî anî ziman ku di serdema AKP'ê de ciwan tên şewitandin û bêkar wiha got: "Şer, xizani, betalî, zêde dibe. Ji bo welatekî xweş û aştiyê divê em bi hevre bêjin NA. Ji bo li vî welatî her roj jin neyên kuştin ez dibêjim "Na". Ji bo betalî bi dawî bibe ez dibêjim "Na." ’40 SALIN ROJNAMEGERIM Û RASTÎ ZEXTAN TÊM JI BER VÊ YEKÊ DIBÊJIM NA' Rojnameger Yazgulu Aldogan, jî anî ziman ku 40 salin li vî welatî rojnameger e û rastî zext û zilmê dê û ji bo ev zext û zilm bi dawî bibe di referandumê de dibêje "Na". ‘JI BO NAVÊ JINÊ HEBE NA' Hunermend û Dansvan Zeynep Tanbay jî diyar kir ku jin her dem alîgirên aştî, azadî û edaletê ne û wiha got: "Em dê bêjin na. Ji bo azadî, aştî û wekheviyê em dê bêjin "Na". Niha hemû tişt ji aliyê yek zilamî ve rê birêvebirin. Ji bo mafê jinê em dibêjin na. Ji bo pergala ku jin xwe têde bîne û hebe em dibêjin "Na". ‘JI BO PARASTINA DESTKEFTIYÊN JINAN EM DIBÊJIN NA' Endama Koordînasyona Tevgera Jinen Azad (TJA) Gulistan Aydin, jî diyar kir ku îktîdara AKP'ê 14 salin serdestiyê li ser jinan dimeşîne û ji bo dawî li kuştina jinê bê û polîtîkayên jinê yê înkar û tunebûnê bi dawî bibe dibêjin "Na". Aydin, da zanîn ku ji bo jin xwedî vîn be û di malê de neyê hepiskirin dibêjin "Na". Aydin, bilêv kir ku ji hevserokan heta endamê wan tev girtî ne û li dijî polîtîkayên komkujiya siyasî û dîktatoriya yek zilamî dibêjin "Na". ‘LI DIJÎ BINPÊKIRINA MAFAN EM DIBÊJIN NA' Endama Şêwirmendiya Jinê ya Bodrumê Fusun Dogan jî anî ziman ku ji bo astengiyên li pêş deng û vîna jinê bi dawî bibin dê bêje NA û wiha got: "Ez dibêjin "Na". Ji bo dawî li binpêkirina mafên mirovan bê ez dibêjin NA. Li dijî rêveberiya yek zilamî krîza aborî, guhertina rejîmê dibêjim "Na". Divê em pir rengî û yek dengî bin. " 'WEKî MUZÎKA XWE DIXWAZIM PIR RENGÎ BIM' Muzîsyen Esra Lora Yilmaz jî diyar kir ku wekî muzîka xwe dixwaze pir dengî û pir rengî bijî û ji ber vê yekê dibêje "Na". Yilmaz wiha got: "Divê hemû jin dengê xwe yê NA bilind bikin. Erê parastina yek mirovî ye. Yê pir dengî û pir rengiyê diparêze pêwiste bêjin "Na". Ez jî dixwazim wekî muzîka xwe ya pir rengî bijîm û ji ber vê yekê dibêjim "Na".