Ji bo rojeva jinê navnîşanek: Rapora Z a Çalikuşu 2016-11-21 09:08:09 STENBOL - Bernameya bi navê Rapora Z a Çalikuşu ya di Nor Radyoyê tê weşandin, gotinên femînisf diafirîne û xwedî li rojava jinan derdikeve û îdiaya bernameyê ew e ku bibe dengê hemû jinan. Nor Radyo ya ku dengê gelê ermen û gelek gelan bi barnameyên xwe ve li ser înternetê weşana xwe didomîne. Di radyoyê de bernameyên taybet ên jinan jî heye. Rapora Z a Çalikuşu a di Nor Radyoyê de tê weşandin û gotinên femînîst diafirîne, bi vî rengî wekî barnameyekî xwedî li rojeva jinan derdikeve, bi guhdarên xwe re ye. Bername par 2 jin hatine cem hev û fikra çêkirina bernameyê pêş ketiye, navê Rapora Z a Çalikuşu jî ji helbesta Dîdem Mamak derketiye holê. Radyo dixwaze xîtabî hemû jinan bike. Bername her hefte rojên sêşemê saet di 20.00-22.00'yan de bi mijar û mêvanên cuda ve derdikeve pêşberî guhdaran û carne jî weşan li gorî rojeva siyasê teşe digire. Beriya bernameyê nûçe tê dayîn û çalakiyên ku di mailan de hatine ragihandin, danasîna pirtûkên têkîldarî jinan, fîlm û şanoyan tê kirin. Herdu pêşkêşvanên bernameyê Eda Asli Şeran û Cansu Karatepe di heman demê de di nava têkoşîna jinan de jî cih digirin. 'BERNAMEYA FEMÎSTAN' Eda Asli Şeran diyar kir ku ji b xwedîlêderketina rojeva femînst bernameyekî wisa çêdikin û bi feraseta ku hemû beşên civakê jin xwe bibînin tevdigerin, dema ku bernameyê çêdikin jî gelekî kêfxweş dibin. Şeran anî ziman ku bernameke femînîstan e û wiha got: "Em ê hemû dest bidin hev û ev bername dê bidome." 'BI JINAN RE RÊXISTINKIRINA JIYANÊ DÊ BIDOME' Şeran destnîşan kir ku hikûmet bi qanûnan re, girtina rêxistinên jinan ve polîtîkayên ku jinan dixe malê diafirîne lê ligel vê yekê jî jin kolanan naterikînin û tiştekî winad nakin. Şeran wiha axivî: "Em ê di 25'ê mijdarê de jî nîşan bidin ku li hemberî şîdetê serê xwe natewînin. Bi vî rengî bi hemû jinan re jiyanê rêxistin bikin." 'ARMANC DENGÊ GELEK JINAN RAGIHANDIN E' Cansu Karatepe jî têkîldarî xebatên xwe wiha got: "Hevaltiya min û Asliyê dema Geziyê dest pê kir. Daxwaza wê ya 'em bi hevre bernameya radyoyê çêkin' red nekir. Tecrubeya min a edîtoriyê ya di Hayat TV de min xwest dengê xwe ragihînim û min xwest di xebatekî wisa de cih bigirim. Di heman demê de de xwest dengê gelek jinan ragihînim. Ji ber vê yekê pêşkêşvaniya bernameyê dikim." Karatepe got ku heta ku ew dengê xwe ragihînin radyo ji hemû kesan re vekiriye û xwest ku jin rojên sêşemê radyoyê guhdar bikin.