Akademiya Jinê: Em dê bêjin 'Na' 2017-01-31 11:03:25 AMED - Komeleya Akademiya Jinê, li dijî hewldana AK Partî û MHP'e ya referandumê ji bo "Na" pêş bixin û bi rexistin bikin amadekariyê dikin. Rêvebera Komeleyê Figen Aras, diyar kir ku ew dê biryara xwe bi xwe bidin û dê berî her tiştî "Na" bi rêxistin bikin û wiha got: "Piştî ku me got na vê carê em jin dê Qanûna Bingehîn ava bikin." Bi hevkariya AK Parti-MHP'ê 18 xalên Qanûna Bingehîn ji bo guhertinê di meclîsê re derbas bû. Ev xal ji bo erêkirinê dê biçin referandumê. Ger ku ev xal di referandumê de bên erêkirin dê erk ji destê meclîsê derkeve û hemû erk û raye têkevein destê Serokomar. Di nava civakê de hêza herî mezin li dijî vê yekê derdikevin jin in. Jin li gelek bajarên Tirkiye ji bo "Na" bi rêxistin bikin dest bi xebatan kirin. Yek ji sazî û rêxistinên jinan jî Komeleya Akademiya Jinê ye. Komeleya Akademiya Jinê ji bo "Na" bi rêxistin bike dest bi amadekariyan kir. Rêvebera Komeleyê Figen Aras, diyar kir ku ew dê biryara xwe bi xwe bidin û dê berî her tiştî "Na" bi rêxistin bikin û wiha got: "Piştî ku me got na vê carê em jin dê Qanûna Bingehîn ava bikin." Figen Aras, diyar kir ku di dîroka Komara Tirkiye de heta niha qet cihê jinê çênebûye û qanûnan cih nedaye jinê û wiha got: "Ji bo jin di Qanûnan Bingehîn de bibe xwedî maf û azadiya xwe bi dest bixin divê hemû jin xwe bi rêxistin bikin û di nava piştevaniyek xurd de bin. Aras, anî ziman ku ew dê bêjin "Na" û wiha got: "Ji ber ku êdî der barê jiyana xwe û pêşeroja xwe de em bi xwe dixwazin biryarê bidin. Em naxwazin kesên din der barê pêşeroja me de biryarê bidin." ‘DIVÊ BERÎ HER TIŞTÎ EM TEORÎ Û TEGEHÊ NIQAŞ BIKIN' Aras, destnîşan kir ku di niqaşên qanûna nû de divê berî her tiştî teorî û têgehan niqaş bikin û wiha got: “Di çanda siyaseta Tirkiye de niqaşkirina hin teorî û têgehan di nava nêviyê kar de pêk bê talûke ye. Îro li şûna Qanûna Bingehîn çiye kî çêdike divê li ser kijan bingehê bê avakirin, niqaşek ne di cihê xwe de ye. Li şûna van hiqaşan divê, em li ser esasê rast niqaşan pêş bişin Divê em ji aliyê teorî û têgehan dest pê bikin. Dema em pênaseya Qanûna Bingehîn dikin divê em hebûna civakê ji bîr nekin. Ji ber ku esasê Qanûna Bingehîn peymana di navbera Civakê de ye. Ez wekî jinekê, wekî kesekê, wekî, şeniyeke taxê û welatiyekê dixwazin bi rastî bi dewletê re peymanekê çêkim. Di vê peymanê de divê mafê min ê perwerdehî, tenduristî, azadiya ramanê bê parastin. Suç çiye, ceza çiye divê ji nûve bên penasekirin. Divê em hemû têgehan ji nûve niqaş bikin û bi hevre biryarê bidin. Lê mixabin niha qanûna bingehîn ji aliyê îktîdarê ve tê amadekirin. Divê xal bi xalen Qanûna bingehîn ji nûve bên niqaşkirin û jinûve bên sazkirin." ‘JI BO PARASTINA NIRXÊN CIVAKÊ PEYMAN TÊN ÎMZEKIRIN' Aras, da zanîn ku di civakên xwezayî de qanûn û peyman li ser pîvanên sinc-ehleqî pêş diketin û wiha berdewam kir: "Piştre civak pêş ket peymanên civakî hatin îmzekirin. Armanca sereke ya van peymanên civakî, asayîkirina jiyanê û xweşikkirina civakê ye. Divê Qanûn tenê mafê mirovan û civakê neparêze. D(i heman demê de divê mafê xwezayê jî biparêze. Gelek nirxên jinê jê hatine dizîn. Ji bo ku em van nirxan ji nûve paşve bistînin em têkoşîna doza nirxên xwe dikin. Bi taybetî piştî serdema Dewleta Sumer Rahip û şûnde 5000 hezar salin serdestiya mêr heye. Civak bi hişmendiya desthilatdariya mêr tê bi revebirin. Jin nayê ditin. Ji bo mêr hişmendiya xwe ya serdest berdewam bike nasname, çand, ramana jinê dixwaze bide ji bîrkirin û tunekirin. Ji bo vê yekê pergala hiqûqa mêr pêş dixe. Di vê hiqûqê de gel pasif e û rêveber jî her tiştî zane qebul dikin û çalak in. Wekî ku reb biryara her tiştî dide û her tiştî ceza dike. Di vê hiqûqê de mafê kes tune ye. Civak tune. Biryara her tiştî rêveberên jor dide." 'DI DÎROKA KOMARÊ DE CIHÊ JINÊ QET TUNE ' Aras, destnîşan kir ku ji avakirina Komara Tirkiye heta niha di hemû qanûnên hatine çêkirin de cihê jinê tune ye û wiha lê zêde kir: "Di Komara Tirkiye de qet cihê jinê çênebûye. Dibe ku mafê wê yê hilbijartin û bijartinê hebe. Le vîna wê û cihê wê tune ye. Her dem hişmendî û feraseta mêr li pêş e û li gorî serdestiya mêr hatine sazkirin. Dive êdî vîn, nerîn û fikren jinê di qanûna nû de cih bigire. Ger ku di qanûna bingehîn de nerîn, vîn û fikra jinê tune be, feraseta ceza û suc jî tê guhertin. Bêtir mêr tê parastin û jin tê sucdarkirin. Nerîna parastina ekolojî, xweza, aştî û xweşikbûnê seqet dimîne." ‘DI QANÛNA 1921'AN DE RUHÊ YEKÎTIYE HEBÛ' Aras, bal kişand ser Qanûna Bingehîn a 1921'an û da zanîn ku li gorî qanûnên din ruhê yekîtiyê hebû û wiha lê zêde kir: "Qanûna Bingehîn a 1921'an cih dida pir reng û baweriyan. Ruhê yekîtiyê esas digirt. Ji ber ktu wê demê di serdema şerten şer te hat avakirin. Di serdemên şer de bêtir pêdivî bi yekîtiyê heye. Qanûnên Bingehîn ên piştî 1921’an hatin avkakirin hemû bi feraseta otoriter, desthilatdar, nijadperest, kevneperest, zayendîperest û şerûd hatin avkirin. Qet maf, reng û vîna jinê tune ye. Ji ber vê yekê mafen gelan hatin inkarkirin. Di seri de mafê kurdan hat înkarkirin. Ziman, hatin qetexekirin. Baweriya elewiyan hat qedexekirin." 'DIXWAZIN QANÛNA BINGEHÎN A 1982'YAN TEMAM BIKIN' Aras anî ziman ku tişta ku tê xwestin bêkirin temamkirina aliyên kêm ên qanûna bingehîn a 1982'yan e û siyaseta ku niha tê meşandin bêhtir muhafazakar e. Aras nirxandina "Aliyê kêm ê qanûna bingehîn a 1982'yan ev muhafazakarî bû. Bi qanûna bingehîn a nû re tê xwestin ev alî bê temamkirin." 'DEMA KU QANÛNA BINGEHÎN TÊ AMADEKIRIN DIVÊ YA JINÊ BE' Aras destnîşan kir ku qanûna bingehîn a ku tevlibûna jinê bê esasgirtin dê hemû kesan hembêz bike, di qanûnên bingehîn de madeyên ku jinan diparêzin hene lê tişta esasî divê di dema ku tê amadekirin de jin cih bigirin. Aras têkîldarî mijarê wiha got: "Di madeyên qanûna bingehîn de madeyên azadiya jinan eleqedar dike tuneye. Ger em bala xwe bidin jin dê çawa Bê parastin, ên ku li hemberî jinan şîdetê didin meşandin çiqas ceza bigirin ev divê cih bigirin. Lê tişta ku em qalê dikin hewldana tunekirina nasname, zayend û çandekî ye. Jin avêtina derveyî jiyanê ger ku jinanê kor dike divê bi peymana civakî ve bê misagerkirin. Wê demê ev çima nayê kirin. Ji ber ku feraseta desthilatdar a zilam baş dizane ku yên ku jinê xurt bikin, jinan derxînin holê qanûna bingehîn a bi vî rengî hebe dê nikaribe desthilatdariya xwe bidomîne. Dê nikaribe rewa bike ji ber vê yekê jî heta niha qanûnên bingehîn ên hatine çêkirin jinan ji hev cuda dike, zilam ji jinan jortir dibîne û baweriyên din tîne li hemberî hev." 'MA GOTINA WELATIYÊ TIRKIYEYÊ ZEHMET E?' Aras bilêv kir ku wanûna bingehîn a ku tê xwestin bê çêkirin civakê dixe rewşekî sekinandinê. Aras got ku divê di qanûna bingehîn de zimanekî ku hemû kesan hembêz bike bê bikaranîn û wiha pêde çû: "Ma gotina yên ku li vî welatî dijîn tirk in çi ye? Ma zehmet e bibêjin kesên ku li vî welatî dijîn hemû welatiyên Tirkiyeyê ne. Belê zehmet e ji ber ku wê demê ixtidar diheje, li cihê ku azadiya ramanê hebe îxtidar diheje. Ji ber vê yekê jî ev pûşnûmeya ku diçe referandumê dê tekpereziyê bîne di heman demê de çanda îteatê bîne." Aras diyar kir ku bi qanûna bingehîn a nû re gel jî bêîrade tên kirin ruhê piştevaniyê dê winda bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ya herî bi êş jî ew e ku îrade tune dibe. Îradeyên gel, civak, jin, ciwan heta yên zarokan tune tên hesibandin û li ser navê şexs, civakêaxaftina dewletê pirsgirêk e. Ev qanûna bingehîn çi heyf e ku fikarên ke zêdetir dike." Aras got ku peywira herî mezin dikeve li ser milê jinan û wiha got: "Ewil divê kotaya ji sedî 50 a zayandê, hevserokatî bê misogerkirin. Madeyên ku nayên guhertin divê li gorî pîvanên bêalî û gerdunî bên sererastkirin. Hin made divê li gorî pêdiviyên herêmî bên sererastkirin." 'EM Ê BIBÊJIN NA JIR KU...' Aras da zanîn ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û ji bo jinan ev bangawazî kir: "Çandên cuda, nirxên cuda, bendewariyên cuda dibe ku hebe lê di qanûna bingehîn de teqez reng, nêrîna ji.